Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Tîma Diyarbakirsporê Suleyman Solgun bi tohmeta ku "xwe wekî karmendê MÎTê daye naskirin û bi soza çareserkirina pirsgirêkên dadî xelk xapandiye" hat girtin.
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê li ser îdiayên xapandinê dest bi lêpirsînekê kir.
Di çarçoveya lêpirsînê de Serokê Tîma Diyarbakirsporê Suleyman Solgun, Gokhan Huseyîn Sarici û Abdullah Dogan hatin desteserkirin.
Piştî ku kar û barên wan ên li Birêvebiriya Ewlehiyê temam bûn, her 3 gumanbar şandin Dadgeha Stenbolê ya li Çaglayanê.
Li gorî nûçeya Amidahaberê, her 3 gumanbar piştî îfadeyên li dozgeriyê şandin dadgeha nobedar.
Dadgehê biryara girtina Suleyman Solgun û 2 kesên din da û ew şandin girtîgehê.
Li gorî daxuyaniya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê, Buroya Lêpirsîna Sûcên Rêxistinkirî diyar kiriye ku gumanbaran xwe wekî karmendên Saziya Îstixbarata Neteweyî ya Tirkiyeyê (MÎT) daye naskirin.
Hat îdiakirin ku gumanbaran nîşan daye ku pêwendiyên wan bi wezîr, alîkarên wezîran û meqamên dadî re hene.
Hat tesbîtkirin ku gumanbaran soza çareserkirina pirsgirêkên dadî, bi taybetî jî çareserkirina dozeke kuştinê daye û hinek kes xapandine.
Hêzên ewlehiyê ji bo girtina gumanbaran li Stenbol û Enqereyê bi ser 4 navnîşanên cuda de girt.
Di operasyonê de Solgun, Sarici û Dogan hatin desteserkirin.
Suleyman Solgunê ku hat girtin, beriya hefteyekê wekî Serokê Tîma Diyarbakirsporê hatibû hilbijartin.


.webp&w=3840&q=75)

