Hewlêr (Rûdaw) - Lîstikvanê tekwandoyê yê Kurd Hêmin Mehdî, di şampiyoniya navneteweyî de pileya duyem a cîhanê û madalyaya zîv bi dest xist.
Seula paytexta Koreya Başûr mazûvaniya Şampiyoniya Navneteweyî ya Hanmadangê kir.
6 hezar werzişkarên ji 60 welatên cuda beşdarî şampiyoniyê bûn û Hêmin Mehdî di şaxê leza şikandina keviran de bû duyemê cîhanê.
Hêmin Mehdî li Koreya Başûr ji Rûdawê re axivî û got:
“Ez serbilind im ku wekî werzişkarekî Kurd beşdar bûm.
Pêşbazî gelekî xurt bûn lê min di nav bi dehan werzişkarên cîhanê de madalyaya zîv bi dest xist.”
Madalyaya xwe diyarî Şehîd Welat kir
Mehdî dema ku madalyaya xwe wergirt Alaya Kurdistanê bilind kir ku wêneyê Şehîd Welat li ser bû.
Hêmin Mehdî diyar kir ku wî ev madalya diyarî rihê Şehîd Welat kiriye û got:
“Beriya ku li Balafirgeha Hewlêrê şehîd bikeve, wî soza serkeftinê ji min wergirtibû.
Min jî ev serkeftin diyarî wî kir.”
Hêmin Mehdî li ser asta cîhanê wekî pisporekî vî karî tê naskirin û ew her sal madalyayên zêr û zîv bi dest dixe.
Hêmin Mehdî di heman demê de nûnerê Yekîtiya Tekwandoyê ya Cîhanê yê Kurdistan û Îraqê ye.



.webp&w=3840&q=75)