Hewlêr (Rûdaw) - Li eyaleta Narathiwatê ya li başûrê Taylandê, di dema maça futbolê de birûskê li stadyumê da.
Di encama vê bobelatê de lîstikvanek mir û 9 lîstikvan jî birîndar bûn.
Bûyer doh di saetên nîvro de û dema baraneke gur dibariya qewimî.
Birûskê li naverasta stadyumê da û gelek lîstikvan ketin erdê.
Tîmên tenduristiyê yekser ketin nav qada lîstikê û bi hawara lîstikvanan ve çûn.
Lîstikvanekî 27 salî mir
Li gorî nûçeya ÎHAyê, lîstikvanê tîma FC Yalayê Sofwan Awaeyê 27 salî hema li wir miriye.
9 lîstikvanên din ên ku birîndar bûne li nexweşxaneyê tên dermankirin.
Peyamên sersaxiyê
Tîma FC Yalayê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî mirina Sofwan Awae piştrast kir.
Tîmê ji bo malbat û xizmên wî sersaxî xwest.
Her wiha gelek tîm û saziyên werzişê yên Taylandê ji bo vê bûyera trajîk peyamên sersaxiyê şandin.
Sofwan Awae kî bû?
Sofwan Awae par di tîma Pattani FCyê de lîstibû.
Wî di 18 maçan de 7 gol kiribûn û di serkeftina tîma xwe de roleke mezin lîstibû.
Wî berî çend rojan bi tîma FC Yalayê re peyman wajo kiribû.




.webp&w=3840&q=75)