Hewlêr (Rûdaw) - Tîma futbolê ya Kurdistanê ya li Fînlandayê, di Şampiyoniya Navneteweyî ya Tatê (Tat International Cup) ya li Helsînkîyê de serkeftineke berbiçav bi dest xist û bû duyem.
Ev şampiyonî her sal li Helsînkiya paytexta Fînlandayê tê lidarxistin û gelek tîmên diyasporayê yên welatên cuda beşdar dibin.
Di şampiyoniya îsal de, tîma Kurdistanê performanseke baş nîşan da û heta maça fînalê çû.
Di maça fînalê de, tîma futbolê ya Kurdistanê derket pêşberî tîma futbolê ya Ganayê.
Piştî maçeke dijwar, tîma Ganayê bû şampiyon û tîma Kurdistanê jî pileya duyem bi dest xist.
Şampiyoniya Navneteweyî ya Tatê, yek ji wan çalakiyên werzişî yên salane ye ku li Fînlandayê tê lidarxistin.
Di vê şampiyoniyê de diyasporaya netewe û welatên cuda bi rêya futbolê tên ba hev û ji bo bidestxistina kupayê hevrikiyê dikin.



.webp&w=3840&q=75)