Hewlêr (Rûdaw) – Amedsporê di maça dostaniyê de zora Zaxoyê bir/
Amedspor amadehiyên xwe yên ji bo Lîga Super a Tirkiyeyê li kampa xwe ya Burdurê didomîne.
Hevkarê me Saman Welatjêrî ragihand ku tîma Amedê di maça dostaniyê de bi tîma Başûrê Kurdistanê Zaxoyê re lîst û Zaxo 1-0 têk bir.
Piştî Dihokê zora Zaxoyê jî bir
Amedsporê bi vê encamê maça xwe ya girîng a beriya destpêka sezona nû bi serkeftinê temam kir.
Tîma Amedê doh jî di maça xwe ya li hemberî Dihokê de 2-0 bi ser ketibû.
Amedsporê piştî maçê, li ser hesabên xwe yên fermî yên medyaya civakî bi Tirkî, Kurmancî û Zazakî, peyama "Encama Maçê 1-0" belav kir û serkeftina xwe ragihand.
Desteya teknîkî di dema kampê de li ser rewşa fîzîkî û hemahengiya tîmê lêkolînan dike.
Amedspor amadekariyên xwe yên sezona nû li kampa Burdurê didomîne.



.webp&w=3840&q=75)
