Hewlêr (Rûdaw) - Tîma Amedsporê ya ku derketiye Lîga Super a Tirkiyeyê di kadroya xwe de guherîneke mezin kir.
Tîma kesk û sor ragihand ku peymana 11 lîstikvanên wan bi dawî bûye.
Lîstikvanên navdar di lîsteyê de ne
Di nav wan lîstikvanên ku peymana wan qediya de navên wekî Hasan Alî Kaldirim, Murat Uçar û Felix Afena-Gyan jî hene.
Amedsporê bi awayekî fermî eşkere kir ku wan rêya xwe bi 11 lîstikvanên ku par tîm derxistibû Lîga Super re veqetandine.
Daxuyaniya fermî ya Amedsporê
Amedsporê li ser mijarê daxuyaniyek belav kir û got:
"Peymana lîstikvanên tîma me Emrah Başsan, Hasan Alî Kaldirim, Tarkan Serbest, Murat Uçar, Felix Afena Gyan, Adama Traore, Oleksandr Syrota, Oguzhan Matur, Atakan Mujde, Andre Biyogo Poko û Dîlhan Demîr bi dawî bû.
Ji bo ked û xizmeta wan a di bin formayê Amedsporê de, em spasiya wan dikin û di jiyana wan a lîstikvaniyê de serkeftinê ji bo wan dixwazin."



.jpg&w=3840&q=75)
.jpg&w=3840&q=75)