Hewlêr (Rûdaw) - Alîgirên Amedsporê ji bo ku maçên tîma wan di platformên Digiturk û beIN Sportsê de bi Kurdî jî werin weşandin, gaveke nû da destpêkirin.
Alîgirekî bi navê Caner Aslan ji bo vê daxwazê bi awayekî fermî serî li Navenda Ragihandinê ya Serokkomariya Tirkiyeyê (CÎMER) da.
Amedspora ku îsal di Lîga Super a Tirkiyeyê de bilîze û bala bi milyonan kesan dikişîne, niha bi daxwazeke "zimanî" di rojevê de ye.
Alîgirekî tîmê yê bi navê Caner Aslan di daxwaznameya xwe ya ji bo Navenda Ragihandinê ya Serokkomariya Tirkiyeyê (CÎMER) de diyar kir ku ji bo ku welatiyên Kurd bikarin bi zimanê xwe li maçên Amedsporê temaşe bikin, divê vebijarka zimanê Kurdî jî li weşana maçan were zêdekirin.
"Daxwaza me weşana bi zimanê dayîkê ye"
Aslan di daxwaznameya xwe de bal kişand ser mafên temaşevanan û got:
"Ez vê serlêdanê dikim da ku platforma Digiturkê (beIN Media Group) ya ku mafê weşana Lîgê di destê wê de ye, teknolojiya weşana piralî bixe meriyetê.
Daxwaza me ew e ku di maçên Amedsporê de vebijarka zimanê Kurdî hebe da ku welatî bi zimanê xwe yê dayîkê maçan bişopînin."
"Bi milyonan kes daxwazeke rewa dikin"
Aslan di berdewamiya daxwaznameyê de bal kişand ser wê yekê ku li cîhanê gelek weşangerên werzişê yên navneteweyî bi ziman û zaravayên cuda xizmetê didin temaşevanên xwe.
Caner Aslan destnîşan kir ku Amedspor xwedî girseyeke gelekî mezin a alîgiran e û got:
"Bi milyonan alîgirên Amedsporê û welatiyên me yên Kurdîaxêv daxwazeke rewa dikin.
Em dixwazin li kêleka şiroveya Tirkî, vebijarka şiroveya bi zimanê Kurdî jî were dabînkirin."
Caner Aslan daxwaznameya xwe li ser hesabê xwe yê medyaya civakî (X) parve kir.
Wî bangî hemû alîgirên Amedsporê kir ku ew jî bi heman daxwazê serî li CÎMERê bidin da ku ev daxwaz bigihîje rayedaran.

.jpg&w=3840&q=75)
.jpg&w=3840&q=75)

.jpg&w=3840&q=75)