Hewlêr (Rûdaw) - Amedspora ku di Lîga Super de dilîze, di çarçoveya xebatên transferê de lîstikvanê parastinê yê neteweyî yê Kosovayî Lumbardh Dellova tevlî tîma xwe kir.
Di daxuyaniya ku li ser hesabê Xê yê Amedsporê hat belavkirin de hat ragihandin ku li gel lîstikvanê 27 salî peymaneke 3 salî hatiye îmzekirin.
Dellova herî dawî di tîma CSKA Sofyayê ya Bulgaristanê de dilîst.
Lîstikvanekî piralî
Hat diyarkirin ku Dellova dikare di pozîsyonên parastin, parastina milê rastê û parastina milê çepê de bilîze.
Amedsporê li ser transferê ev agahî dan:
"Tîma me di çarçoveya plankirina kadroya demsala 2026-2027an de, li gel lîstikvanê neteweyî yê Kosovayî Lumbardh Dellova peymaneke 3 salî îmze kir.”
Amedsporê bixêrhatin da Lumbardh Dellova û ji bo wî di bin formayê kesk û sor de serkeftin xwest.




