Hewlêr (Rûdaw) - Tîma neteweyî ya Fransayê bû tîma yekem a ku gihîşt nîv-fînalê ya Kupaya Cîhanê ya 2026an.
Fransayê bi performanseke serkeftî bi 2-0 zora Mexribê bir.
Di çarçoveya maçên çaryeka fînalê de ku li Gillette Stadiuma Bostonê hat lîstin "Dîkan" 2-0 zora "Şêrên Atlasê" bir.
Fransayê serkeftina xwe ya şeşem a li pey hev tomar kir.
Bi vê encamê re nûnerê dawî yê Afrîkayê xatir ji turnuvayê xwest ku cara yekem e bi beşdariya 48 tîman tê lidarxistin.
Fransizan bi zexteke zêde dest bi maçê kir lê qelevanê Mexribê Yassine Bounou bi performanseke bêhempa derket pêş û rê li ber 4 golên misoger girt.
Di nav wan de penaltiyeke Kylian Mbappe ya xuleka 29an jî hebû ku Bounou bi şiyaneke mezin ew gog vegerand.
Golên Fransayê
Tîma neteweyî ya Fransayê kontrola qadê girt destê xwe û di xuleka 59an de Kylian Mbappe gola yekem a Fransayê avêt û penaltiya xwe tazmîn kir.
Piştî 6 xulekan, di xuleka 65an de Ousmane Dembele bi lêdaneke xurt a ji derveyî qada penaltiyê gola duyem avêt ku pasa vê golê jî Mbappe da.
Di xulekên dawî de Fransa nêzîkî gola sêyem bû lê Bounou careke din li hemberî êrişên Barcola bû asteng.
Maç bi encama 2-0 bi dawî bû.
Fransa derbasî nîv-fînalê bû û li benda serkeftiyê maça Spanya û Belçîkayê ye ku dê îro werin pêşberî hev.



