Stenbol (Rûdaw) - Li peşkên Lîga Super a Tirkiyeyê hatin kişandin û rikeberên tîman ên sezona 2026-2027an eşkere bûn.
Amedspor dê di maça yekem de li mala xwe derkeve pêşberî Erzurumsporê.
Fîkstura sezona nû ya Lîga Super Trendyol li navenda Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) eşkere bû.
Di merasîmê de li gel Serokê Amedsporê Nahît Eren, gelek serok û birêvebirên tîman amade bûn.
Serokên her du tîmên rikeber ên Bakurê Kurdistanê Amedspor û Erzurumsporê ku di hefteya yekem de derdikeven pêşberî hev, nêrînên xwe bi Rûdawê re parve kirin.
Kelecana futbolê di 14ê Tebaxê de dest pê dike
Kelecana futbolê ya sezona nû li Tirkiyeyê di 14ê Tebaxê de dest pê dike.
Berî wê, bi kişandina fîksturê eşkere bû ka kîjan tîm dibe rikebera kîjan tîmê.
Fîkstur li navenda sereke ya Federasyona Futbola Tirkiyeyê û bi beşdariya birêvebirên hemû tîman eşkere bû.
Amedspor di maça yekem de li mala xwe mazûvaniya Erzurumsporê dike.
Di merasîma ku ji bo fîkstura sezona 2026-2027an a Lîga Super a Trendyolê hat lidarxistin de, bi pergaleke nû ya hişê çêkirî peşk hatin avêtin û rikeberên hemû tîman eşkere bûn.
Amedspor di hefteya sêyem de mazûvaniya Trabzonsporê dike.
Her wiha di 20ê Îlonê de Beşîktaş dibe mêvanê wê û di 1ê Çiriya Paşîn de jî Amedspor li Stenbolê derkeve pêşberî Galatasarayê.
"Tu pirsgirêkên me nînin"
Serokê Amedsporê Nahît Eren li ser pêwendiyên bi federasyonê re got:
"Di navbera me û federasyonê de tu pirsgirêk nînin. Me hevdîtinek kir û niha em dê dîsa bi birêvebiriya TFFyê re civînekê bikin.
Ew jî dizanin û em jî dizanin ka armanca me û tîma me çi ye. Bi rastî di navbera me de tu pirsgirêk nîne."
"Divê em derfetê nedin kesên xerabxwaz"
Serokê Erzurumsporê Ahmet Dal jî li ser pêwendiyên her du tîman got:
"Me bi Serokê Amedsporê re hevdîtinek kir. Me ew gelekî baş kirin mêvan û ew bi xwe jî vê yekê dibêjin.
Dema ku em çûn wir jî ew li hemberî me gelekî baş bûn û wan em hewandîn. Hewla me ew e ku ev yek bidome.
Divê em fersendê nedin wan kesan ku dixwazin rikeberiyê berin aliyekî din. Divê em tiştê ku li me tê bikin.”
Sezona nû ya Lîga Super Lîgê ku dê 34 hefteyan bidome, ji du dewreyan pêk tê. Dewreya yekem di 21ê Kanûna Pêşîn de bi dawî dibe. Dewreya duyem jî di 23yê Gulana 2027an de temam dibe.



