Hewlêr (Rûdaw) - Mexribê di qonaxa 32 tîmên dawî ya Kupaya Cîhanê ya FIFAyê ya 2026an de, bi penaltiyan 3-2 zora Holendayê bir û derbasî qonaxa 16an bû.
Di maça ku li Stadyuma Monterreyê hat lîstin de, Holenda xuleka 72yan bi gola Gakpo ket pêş.
Mexribê xuleka 90+1ê bi gola Diop encam kir wekhev.
Piştî dema zêdekirî, di penaltiyan de Mexribê zora Holendayê xwe bir û di qonaxa 16an de bû rikeberê Kanadayê.
Maça qonaxa 16an a di navbera Kanada û Mexribê de dê li Stadyuma Houstonê bi dema herêmî saet 12:00an were lîstin.
Xewna Mexribê didome
Mexriba ku di Kupaya Cîhanê ya 2022yan a Qeterê de derbasî nîv-fînalê bûbû, di sala 2026an de jî bi performansa xwe ya serkeftî bal kişand.
Mexrib sala 2022yan li hemberî Xirwatistanê têk çûbû û bûbû çaremîn.
Di Kupaya Cîhanê ya 2026an de jî pêşî bi Brezîlyayê re 1-1 wekhev ma, pişt re Skotland 1-0 û Haitî jî 4-2 têk birin û bi 7 puanan derbasî qonaxa 32yan bû.
Mexribê di Pêşbirkên Kupaya Cîhanê yên Afrîkayê de her 8 maçên xwe jî standibûn.
Eger Mexrib di qonaxa 16an de zora Kanadayê jî bibe dê derbasî çaryeka fînalê bibe.
Diop bû lîstikvanê maçê
Di pêşbirkê de Issa Diopê Mexribî wekî lîstikvanê maçê hat hilbijartin.
Issa Diop bi gola xwe ya serî ya di xuleka 90+1ê de Mexrib di lîstikê de hişt û bi lîstika xwe ya bibandor a li hemberî Holendayê herî zêde deng standin.
Tevahiya tîmê piştgirî da Gakpo
Cody Gakpoyê ku gola tenê ya Holendayê kir, piştî golê giriya.
Lîstikvanê Holandî çend roj berê zarokê xwe ji dest dabû.
Piştî ku wî gog şand nava toran, hevalên wî yên li qadê û lîstikvanên li kêleka qadê çûn cem wî û wan piştgirî dayê.
Holendayê dîsa bi penaltiyan xatir xwest
Holendayê ku beşdarî Kupaya Cîhanê ya 2018an nebûbû, piştî 2022yan di sala 2026an de jî alîgirên xwe bêhêvî kirin.
Holendaya ku di salên 2014 û 2022yan de di penaltiyan de li hemberî Arjentînê têk çûbû, sala 2026an de jî qonaxa 32yan derbas nekir û vegeriya mala xwe.
Bi vî awayî Holendayê di 3 Kupayên Cîhanê yên dawî de jî bi penaltiyan xatir xwest.




