Hewlêr (Rûdaw) - Tîma Lîga Super a Trendyolê Amedsporê lîstikvanê Madagaskarî Rayan Raveloson transfer kir.
Tîma Ameda Bakurê Kurdistanê Amedsporê di çarçoveya planên xwe yên kadroya sezona 2026-2027an de xwe bihêz dike.
Di daxuyaniya kulubê de hat diyarkirin ku wan di çarçoveya plansaziya kadroya sezona 2026-2027an de bi Rayan Raveloson re peymaneke 2+1 salî îmze kiriye.
Kaptanê Tîma Neteweyî ye
Rayan Raveloson di heman demê de kaptanê Tîma Neteweyî ya Futbolê ya Madagaskarê ye.
Amedsporê bi rêya hesabê xwe yê medyaya civakî bihêrhatina lîstikvanê xwe yê nû kir.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Em ji Rayan Raveloson re dibêjin 'tu bi xêr hatî' û em jê re bi formaya Amedsporê kariyereke serkeftî dixwazin."




