Hewlêr (Rûdaw) - Di Kupaya Cîhanê de qonaxeke krîtîk dest pê dike.
Stêrka Kurd a Tîma Neteweyî ya Almanyayê Denîz Undav dê li hemberî Paraguayê bibe yek ji lîstikvanên herî girîng ê tîma xwe.
Ev maç dê çarenivîsa Almanyayê diyar bike. Dilê bi milyonon hezkiriyên fotbolê dê ji bo Undav lê bide.
Tîma Neteweyî ya Almanyayê di maça tûra 32yan a Kupaya Cîhanê de xwe ji bo maça Paraguayê amade dike.
"Panzer"ên di bin rahêneriya Julian Nagelsmann de li bajarê Winston-Salemê yê Karolînaya Bakur amadekariyên xwe temam kirin.
Ew dê ji bo derbasbûna tûra 16an derkevin qadê.
Çav li makîneya golan Denîz Undav e
Denîz Undav ji destpêka tûrnûvayê ve bi performansa xwe balê dikişîne ser xwe. Stêrka Kurd derketiye pozîsyona serkêşiyê ya tîmê.
Lîstikvanê Kurd di sê maçên qonaxa koman de sê gol avêtine.
Ew hem li Almanyayê hem jî li cîhanê bûye hêviya bi milyonan hezkiriyên xwe.
Tê çaverêkirin ku Undav parastina Paraguayê derbas bike û tîma xwe bibe qonaxa 16an.
Schlotterbeck xatir xwest
Di tîma Almanyayê de tenê di xeta parastinê de rûdaneke xemgîn çêbû.
Lîstikvanê parastinê yê serkeftî Nico Schlotterbeck ji ber seqetbûnê xatir ji Kupaya Cîhanê xwest.
Ji xeynî Schlotterbeck kêmasiyeke tîmê nîne û lîstikvanên din bala xwe daye serkeftinê.
Rihê 2002yan ji nû ve zindî dibe
Ev hevrikiya her du tîman hezkiriyên fotbolê dibe Kupaya Cîhanê ya 2002yan.
Almanyayê wê salê di maça ewil a fermî de Paraguay 1-0 têk biribû û serkeftineke girîng bi dest xistibû.
Şagirtên Nagelsmann dixwazin dîrokê ducare bikin û bi heman senaryoyê tûra xwe derbas bikin.
Eger Almanya di vê maçê de bi ser bikeve dê derkeve pêşberî serkeftiyê maça Fransa û Swêdê.
"Performanseke bêqusûr pêwîst e"
Rahênerê Almanyayê Julian Nagelsmann bal kişand ser dîsîplîna parastinê ya Paraguayê û hişyarî da tîma xwe.
Nagelsmann amaje bi hêza fîzîkî ya tîma hevrik kir û got:
"Paraguay tîmeke kompakt e û parastineke gelekî baş dike. Li qadê planeke wan a eşkere ya êrişê heye.
Ew bi taybetî ji bo bidestxistina gokên duyemîn têkoşîneke cidî didin.
Gokên ku bi dest dixin bi lez davêjin kûrahiyê û hewl didin qadên vala binirxînin. Lîstikvanên wan ji aliyê fîzîkî ve gelekî bihêz in.
Ji bo ku em di vê têkoşîna dijwar de encama ku em dixwazin bistînin divê em performanseke bêqusûr û bêkêmasî nîşan bidin."




