Hewlêr (Rûdaw) - Di çarçoveya maçên sêyem ên komên Kupaya Cîhanê de, Fransa û Norwec ji bo lîderiya komê derdikevin qadê.
Çavê her kesî li ser dueloya du stêrkên cîhanî Kylian Mbappe û Erling Haaland e.
Maça sêyem a Koma 9an (Koma Iyê) dê îşev demjimêr 22:00yan were lîstin.
Fransaya ku wekî "Dîk" tên naskirin, dixwaze bi serkeftina xwe ya sêyem lîderiya xwe garantî bike û bê windahî derbasî tura din bibe.
Deschamps ji ber şîna xwe naçe maçê
Di eniya Fransayê de berî maçê nûçeyeke xemgîn belav bû. Rahênerê Tîma Neteweyî ya Fransayê Didier Deschamps ji ber mirina dayîka xwe nikare îşev li ser serê tîma xwe be.
Deschamps ji bo merasîma binaxkirinê vegeriya Fransayê. Li şûna wî dê alîkarê wî Guy Stéphan li ser serê tîmê be.
Mbappe û tîma Fransayê
Stêrka Real Madridê û lîderê tîmê Kylian Mbappe, heta niha di du maçan de 4 gol kirine.
Mbappe dê îşev li hemberî lîstikvanekî herî jêhatî yê cîhanê bilîze û hewl bide careke din angaşta Fransayê nîşanî Norwecê bide.
Heke îşev li hemberî Norwecê zora Fransayê neçe, dê di tura din de bi Swêdê re were hemberî hev.
Norweca Haaland amade ye
Tîma Norwecê ya di bin lîderiya Erling Haaland de ji bo vê maça dijwar a lûtkeyê amade ye.
Norwec jî wekî hevrika xwe ya bi hêz dixwaze serkeftina xwe ya sêyem bi dest bixe û wekî lîdera komê derkeve.
Tîma Norwecê li bajarê Foxboroughê yê eyaleta Massachusettsê li navenda "New England Revolution" amadehiyên xwe temam kirin.
Norweca ku lîstikvanên wê yên sereke Haaland û kaptanê tîmê Martin Odegaard in, bi heman puanên Fransayê derdikeve qadê.
Vegera "Vîkîngan"
Tîma "Vîkîngan" cara yekem e ku ji sala 1998an û vir ve di Kupaya Cîhanê de cih digire û bi vegera xwe re bala her kesî kişandiye.
Norwec dixwaze li hemberî Fransayê jî vê performansa xwe ya bilind bidomîne.
Norwecê bi serkeftina li hemberî Îraqê dest bi turnuvaya 2026an kir û paşê zora Senegalê jî bir.
Haaland jî wekî Mbappe di du maçan de 4 gol kirine.




