Hewlêr (Rûdaw) - Piştî bi dawîbûna maçên gera sêyem û dawî ya Koma 5an a Kupaya Cîhanê ya 2026an, tîmên neteweyî yên Almanya, Ivory Coast û Ekwadorê karî bigihêjin qonaxa 32yan a şampiyoniyê.
Surprîza herî mezin a vê komê jî tîma neteweyî ya Ekwadorê bû ku zora Almanyayê bir.
Di maçeke çaverênekirî de, Ekwadorê bi encama 2-1 zora Almanyaya ku 4 caran bûye şampiyona cîhanê bir.
Her çend Almanya gelekî zû û di xuleka 2yan de bi rêya Leroy Sane gol avêt jî lê Ekwadoriyan dest ji hewlên xwe berneda.
Tenê 7 xulek piştî gola Almanyayê, Nilson Angulo bi lêdaneke xurt a ji derveyî qada cezayê gola wekheviyê ji bo Ekwadorê avêt.
Di nîvê duyem de û di xuleka 77an de, Gonzalo Plata gola duyem a Ekwadorê avêt.
Bi vê encamê Ekwadorê puanên xwe kirin 4 û wekî yek ji 8 tîmên herî baş ên rêza sêyem, gihîştina xwe ya qonaxa 32yan misoger kir.
Ivory Coastê dîrok nivîsand
Li aliyê din, tîma neteweyî ya Ivory Coast bi performanseke bilind derket pêş û bi 2 golên bêbersiv zora Curaçaoyê bir.
Stêrkê maçê Nicolas Pepe bû ku her du golên Ivory Coastê di xulekên 7 û 64an de avêtin.
Bi vê serkeftinê, Ivory Coastê di dîroka beşdariyên xwe yên Kupaya Cîhanê de cara yekem karî di qonaxa koman de 2 serkeftinan bi dest bixe û wekî tîma duyem a komê gihîşt qonaxa bê.
Rêzbûna dawî ya Koma 5an:
Almanya: 6 puan (Ji ber ku di maça de zora Ivory Coast biribû wekî lîdera komê derbas bû).
Ivory Coast: 6 puan (Derbasî qonaxa 32yan bû).
Ekwador: 4 puan (Wekî sêyema herî baş derbas bû).
Curaçao: 1 puan (Xatir ji Kupaya Cîhanê xwest).
Bi vî awayî ji Koma 5an 3 nûner dê di qonaxa 32yan a Kupaya Cîhanê ya 2026an de hebin ku li Amerîka, Kanada û Meksîkayê tê lîstin.




