Hewlêr (Rûdaw) - Werzîşvanên triatlon û duatlonê yên Colemêrgî ji bo bihêzkirina qewînî û taqeta laşê xwe ji xwezaya bajarê xwe sûdê werdigirin.
Ew di nav çiyayên asê yên Colemêrgê de rahênanan dikin.
Werzîşvan li Mêrga Butanê ya ku 2 hezar û 800 metreyan bilind e, bi serpereştiya rahênera xwe amadehiyên xwe yên ji bo şampiyoniyên Tirkiyeyê didomînin.
Triatlon ji sê beşên cuda pêk tê
Rahêner Latîfe Çetînê li ser vê werzîşê û xebatên wan agahî dan û got:
“Werzîşa triatlonê ji peyva 'three' ya Îngilîzî tê ku tê wateya sêyan, ango ji sê beşên cuda pêk tê.
Ev her sê beş jî avjenî, bezîn û bisîkletsiwarî ne. Zarok destpêkê 750 metreyan avjeniyê dikin, piştre 20 kîlometreyan bisîkletê diajon û herî dawî jî 5 kîlometreyan dibezin.”
Li Colemêrgê 37 werzîşvan ji bo serkeftinê di nav şert û mercên dijwar de rahênanên zor û zehmet dikin.
"Em di şert û mercên zehmet de dixebitin"
Werzîşvan Delîl Rustembeyoglu li ser destpêkirina xwe ya vê werzîşê got:
“Em avjeniyê dikin. Me bi piştgiriya mamosteya xwe dest bi trîatlonê kir.
Me berê li Colemêrgê trîatlon nizanîbû. Em bi zehmetî fêrî trîatlonê bûn.
Werzîşeke gelekî xweş û zehmet e. Em di şert û mercên zehmet de dixebitin.”
Werzîşvanên Colemêrgî Nîsana 2026an, di Fînala Duatlonê ya Tirkiyeyê ya ku li Zonguldakê hatibû lidarxistin de li ser asta Tirkiyeyê bûbûn duyemîn.
Tîma Colemêrgê dê 11-12ê Tîrmeha 2026an li Ispartayê beşdarî Şampiyoniya Kupaya Triatlonê ya Tirkiyeyê bibe û armanca wan bidestxistina şampiyoniyê ye.




