Hewlêr (Rûdaw) - Kanadaya ku yek ji mazûvanên Kupaya Cîhanê ye, di maça duyem a Koma Byê de bi encameke cuda zora Qeterê bir.
Jonathan David di maçê de hat-trick kir.
Di Koma Byê ya Kupaya Cîhanê ya 2026an de Kanada û Qeter li Stadyuma Los Angelesê ya Amerîkayê hatin pêşberî hev.
Kanadayê bi encameke cuda ya wekî 6-0 zora hevrikê xwe bir.
Jonathan David di maçê de 3 gol avêtin û hat-trick kir.
Golên din ên Kanadayê ji aliyê Cyle Larin, Nathan Saliba û Mohammad Naceur Mana ve (bi xeletî avêt xwe) hatin tomarkirin.
Qeter 9 kes ma
Di tîma Qeterê de xuleka 33yan Mohamed Ahmed û xuleka 53yan Assim Madibo rasterast kartên sor dîtin û ji lîstikê hatin avêtin.
Kanadaya ku yek ji mazûvanên turnuvayê ye bi vê serkeftinê puanên xwe gihandin 4an û Qeter jî bi pûanekê ma.
Lîstikvanê Kanadayê Ismael Kone xuleka 57an bi giranî seqet bû û bi sedyeyê ji qadê hat derxistin.
Nathan Saliba li şûna wî ket maçê.
Kanada dê di maça xwe ya sêyem û dawî ya Koma Byê de bi Swîsreyê re û Qeter jî bi Bosniyayê re bilîze.




