Hewlêr (Rûdaw) - Yekem civîna ji bo sînoran a di navbera parêzvanên sînor ên Îraq û Sûriyeyê de li Enbarê hat kirin.
Li gorî agahiyan, di civînê de behsa hevahengiya ji bo kontrolkirina sînor û rêlibergirtina derbasbûna "terorîstan û qaçaxçîtiya madeyên hişbir" hatiye kirin.
Civîn 6ê Tîrmeha 2026an li navçeya Qaîmê ya parêzgeha Enbarê hatiye kirin.
Fermandarê Parêzvanên Sînor ên Îraqê Mihemed Ebdulwehab Suker û Fermandarê Parêzvanên Sînor ê Sûriyeyê Hesen Ebdulxenî beşdarî civînê bûn.
Li gorî daxuyaniyeke Wezareta Karên Navxwe ya Îraqê, ev yekem civîna ji bo sînoran a di navbera her du aliyan de bû.
Serokê Komîteya Ewlehiyê ya Encumena Parêzgeha Enbarê Sed Xazî Rûdawê re ragihand ku civîn ji bo xurtkirina hevahengiya di navbera parêzvanên sînor ên her du aliyan de bûye.
Sed Xazî anî zimên ku wan li ser “parastin û kontrolkirina sînorê navbera Îraq û Sûriyeyê” guftûgo kiriye.
Divê were gotin ku dirêjiya sînorê navbera Îraq û Sûriyeyê 610 kîlometre ye.
Sê deriyên sînorî yên fermî di navbera wan her du welatan de hene ku ew jî Rebîe, Qaîm û Welîd in.
Sed Xazî diyar kir, civîn "ji bo rêlibergirtina derbasbûna terorîstan a bi dizî û qaçaxçîtiya madeyên hişbir” bûye.
Wî her wiha eşkere kir ku wê hevahengiyê “ji Deriyê Sînorî yê Rebîeyê heta bi Qaîmê” li xwe girtiye.
Li gorî Wezareta Karên Navxwe ya Îraqê, di wê civînê de hat gotûbêjkirin ku ew dan û standina agahiyan a di navbera xwe de zêdetir bikin.
Fermandarê Parêzvanên Sînor ê Îraqê destnîşan kir ku ew civîn bûye bingeha çend lihevtêgihiştinan da ku ewlehî û aramî li seranserê sînorê di navbera her du welatan de were xurtkirin.


