Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu bi fermî bangî Amerîkayê kir ku balafirên şer ên F-35an yan jî parçeyên wan nefiroşe Tirkiyeyê.
Netanyahu diyar kir ku "ev gav dê hevsengiya hêzê ya li herêmê xerab bike."
Ev daxwaza Serokwezîrê Îsraîlê di demekê de ye ku biryar e êvara duşemê Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo beşdarbûna di Lûtkeya NATOyê de biçe Enqereyê.
Dibe ku ev serdan ji bo Tirkan bibe derfetek da ku kirîna bi dehan motorên balafirên şer mîsoger bikin û egera vegera wan a ji bo bernameya balafirên F-35an pêk bibe.
Netanyahu hişyarî da ku "xelatkirina Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan bi teknolojiya leşkerî ya bipêşketî şaşiyek e", di demekê de ku Erdogan "bi eşkere daxwaza jiholêrakirina Îsraîlê dike."
"Hevsengiya hêzê ya li herêmê xerab dibe"
Netanyahu ji kanala Fox Newsê re ragihand:
"Ez bawer nakim ku pêwîst be balafirên F-35 yan jî motorên balafirên şer bidin wan. Çimkî ev yek dê hevsengiya hêzê ya li Rojhilata Navîn xerab bike.
Ev hevsengî di dawiyê de bi serdestiya asmanî ya Îsraîlê û li gorî nêrîna min, bi hebûna Amerîkayê ya li herêmê hatiye mîsogerkirin."
Meha borî gava ku ji Trump li ser hewldanên Tirkiyeyê yên ji bo bidestxistina motorên F110 û vegera wê ya ji bo bernameya F-35an hatibû pirsîn, wî soz dabû ku ew dê Erdogan "gelekî dilxweş" bike.
Projeya balafira şer a "KAAN" a Tirkiyeyê
Li gorî şîrovekaran, Tirkiyeyê dixwaze van motorên nû ji bo projeya xwe ya balafira şer a bipêşketî û nîştimanî ya bi navê "KAAN" bi kar bîne.
Di heman demê de Enqere hewl dide ku bikeve nav koma wan welatên ku balafirên şer ên nifşê pêncemîn berhem tînin, bi taybetî Amerîka, Çîn û Rûsya.
Sala 2017an Tirkiyeyê pergala parastina mûşekî ya S-400an ji Rûsyayê kirî.
Vê pêngavê Washington aciz kir û di encamê de sala 2019an Tirkiye ji bernameya balafirên şer ên F-35an derxist.
"Em hevalbendên hev ên herî baş in"
Netanyahu diyar dike ku tevî hinek sarbûna di têkiliyên wan de ya di hefteyên borî de ku ji ber şerê Îranê çêbûbû, ew hîn jî wekî hevalbendekî nêzîk ê Trump dimîne.
Serokwezîrê Îsraîlê got, "Em hevalbendên hev ên herî baş in. Têkiliya min a li gel Serok gelekî baş e."
Di heman demê de, roja şemiyê Trump ji malpera Axiosê re gotibû, "Netanyahu pir baş dizane ka biryarder kî ye, têkiliya me pir baş e."


