کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
CÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Ji MERI 2026ê / Wêne: Rûdaw

Ji MERI 2026ê / Wêne: Rûdaw

Nêrîn

Birêvebirên sazî û partiyên Kurd û cidiyet

Newaf Mîro

Newaf Mîro

19-10-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Newaf Mîro
Newaf Mîro19-10-2026

Nûçeyên Têkildar

Di wêjeya Kurdî de rola jinan
Nêrîn29-10-2026

Di wêjeya Kurdî de rola jinan

Dilar hîn jî girtî ye
Nêrîn26-10-2026

Dilar hîn jî girtî ye

Ji dronan heta diyalogê: Li pişt perdeya dan û standinên Tehran û partiyên Rojhilatê Kurdistanê çi heye?
Nêrîn26-10-2026

Ji dronan heta diyalogê: Li pişt perdeya dan û standinên Tehran û partiyên Rojhilatê Kurdistanê çi heye?

Min bala xwe da rûniştineke ji foruma MERIyê (Middle East Research Institute-Enstîtuya Lêkolînan a Rojhilata Navîn). Bi rastî ew karekî girînge û divê cidî were girtin û xuya ye salane van çalakiyan li dar dixin û serkeftî ne jî. Ez jî bi qasî derfetên xwe dişopînim. Xebata wan baş jî dibînim.

Lê min bala xwe dayê axaftvan, gava diaxivîn berpirsyarên sazî û partiyan, yên serkirde û ser mezin, yên xwe "modern" nîşan didin. Li şûna guhdariya axaftvan bikin û her peyvê cidî bigirin. Xwe bi xwe di nava xwe de diaxivîn û henek dikirin.

Kenê ne di cîh de jî qebehet e. Ya din mijarên siberoja vê heremê û Kurdistanê tên axaftin, ew ji xwe re di dinya xwe de ne. Kesekî ji rêzê bike ez ê bêjim dîsa tiştekî mirovî ye. Lê ne mirovên temsîla aliyekî û Hikûmetê dikin.

Weke qet mijar û arîşeyên navxweyî, yên heremî û navneteweyî nebin. Weke ku çar alî ne çembera ji agir û şer be.

Weke ne wan bi navê fifty-fifty her tişt parçe û parve nekiribin.

Weke ku ne ji hilbijartina gelê Kurdistanê re ne bê rêz bin. Ev çend sal in hilbijartin çêbûye lê heta niha hikûmet pêk nehatiye. Parlamantoya Kurdistanê bê wate nehiştibin.

Weke çavê wan, guhê wan û hişê wan ne li ser Gelê Kurdistanê be. Jixwe ku hebûya wê parlamentoya herêma Kurdistanê xwedî gotin û biryar bûya, ne ew kesên ji berpirsyariyê û cidîyetê dûr.

Helbet divê Kurd werin cem hev.

Helbet Kurd divê tevî cudahiyan xwe ji hev hez bikin.

Helbet Kurd divê rêzê jî li hev bigirin. Ma guhdarîkirin jî ne rêz û rêzgirtin e?

Helbet kêfa miletê Kurd tê, ku Kurd bên cem hev û bi hev re bikenin jî. Jixwe divê werin cem hev jî, ma ew dijminê hev in?

Tevî ku bi hev bawerî û rêz hebûya, wê ne hêzên çekdar, wê ji hev cûda bûna. Çima Artêşa Kurdistanê heta niha tune?

Yan çima asayîşeke rasterast bi yek hikûmetê ve girêdayî tune?

Çima berendamê Serokkomariya Îraqê berê ji aliyê parlementoya Kurdistanê nayê destnîşankirin û hilbijartin? Û ji aliyê partiyên siyasî ve tê destnîşankirin û dibe ciyê guftûgoyê?

Mirov û miletên ku bi rengekî cîdî bi pirsgirêkên xwe re rûbirû nebin, nikarin bibin xwediyê siberoja xwe. Aqilê ne pêş dem be, ne ti aqil e. Aqil nekeve pêş tifaq û yekîtî çênabin. Tifaq û hevkarî ji neçariyê û hêza aqil tên. Ne ji kêfê re. Her weha serkirdeyên guh nedin daxwazên gelê xwe, temenê wan kurt e. Gelê Kurdistanê berdelên mezin dane, heta ku ev destkeftiyên heyî bi dest xistine. Siyaset karekî cidî ye û berpirsyarî  ye. Ne şov û lotik in.

Kurd gotinên biyanî û yên kesên biyanî ji xwe re dikin "ayet"  û di ser serê xwe re didaliqînin, yan jî dikin guhar û dikin guhên xwe lê yên xwe ji diavêjin.

Heta bêyî bersiveke aqilane bidin dikevin êrişê û dest bi çêra dikin. Rêzê ji her kesî re û nirxên civakî re digirin lê ji mafê takekesî û prîvat re nagirin.

Bi hêviya ev dîmenên wisa ji berpirsyariyê û cidîyetê dûr dubare nebin û rêza yekem divê ji destkeftiyên gelê Kurdistanê re be, ne ji kes û kesayetan. Jixwe ger rêz ji wan re nehata girtin nedibûn serkirde û berpirsyar. Bila bi berpirsyarî tevbigerin.

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)

Nûçeyên Têkildar

Di wêjeya Kurdî de rola jinan
Nêrîn29-10-2026

Di wêjeya Kurdî de rola jinan

Dilar hîn jî girtî ye
Nêrîn26-10-2026

Dilar hîn jî girtî ye

Ji dronan heta diyalogê: Li pişt perdeya dan û standinên Tehran û partiyên Rojhilatê Kurdistanê çi heye?
Nêrîn26-10-2026

Ji dronan heta diyalogê: Li pişt perdeya dan û standinên Tehran û partiyên Rojhilatê Kurdistanê çi heye?

Pirsên