Hewlêr (Rûdaw)- Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî (OPCW) aşkere kir ku, wan hemû pêkhatên çêkirina gaza Sarîn a jehrayî, yên ku ji hikûmeta Sûriyê standibûn, têk birin.
OPCW, ku baregeha wê yas erekî li Lahay ye, di daxuyaniyekê de ragihand ku, 581 ton ji pêkhatên kîmyayî yên ku bo çêkirina xaza Sarîn a jehrayî, ku bi rêya keştiyek amerîkî ji Sûriyê hatibû veguhestin, li ser keştiya amerîkî ya bi navê “Cape Ray” têk birin.
Ji aliyê xwe, Serokê Giştî yê Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî Ahmet Uzumcu spasiya Amerîka kir li ser alîkariya wê di warê têkbirina cebilxaneya çekîn kîmiyayî ya Sûriyê de, herwiha ragihand ku dê rêxistina wî dest bi têkbirina zêdetirî 19 pêkhatên çêkirina gaza Xerdl jî, bikin.
Di dawiya sala 2013an de li gor rêkeftinekê di navbera Amerîka û Rûsiyê de, hikûmeta Sûriyê razî bû li ser radest kirina cebilxaneya xwe ji cekên kîmiyayê, ku bi 1300 ton dihat texmîn kirin, da li ser keştiyeke hêzên deryayî yên Amerîka di nava deryayê de bên têk birin.
Ev rêkeftina ku di navbera Amerîka û Rûsya de li ser çekên kîmiyayê yên Sûriyê hat pêkanîn, hikûmeta Sûriyê ji encamdana operasyonek leşkerî ji aliyê Amerîk ve li ser wî welatî, rizgar kir, piştî ku di tebaxa sala 2013an de hêzên hikûmeta Sûriyê navçeya Xûte li derdora Şamê bi çekên kîmiyayî topbaran kirin û di encam de nêzîk 1400 kesî hatin kuştin.



