Hewlêr (Rûdaw)- Welatê Fransa biryar da ku di çend demjimêrên bê de ew dê alîkariyên leşkerî ji Hêzên Pêşmerge re bişîne.
Di daxuyaniyekê de ku ji aliyê Koşa Shanzelize ve hatiye belav kirin û tê de hatiye ku, îro, 13ê tebaxê, danê êvarî dê Fransa çekan bo Başûrê Kurdistanê bişîne, bo mebesta alîkariya hikûmeta Herêma Kurdistanê di rûbirûbûna çekdarên DAIŞê de.
Piştî êrîşa çekdaêrn rêxistina radîkal DAIŞê bo ser Başûrê Kurdistanê, Fransa ragihand ku ew dê alîkariyên mirovî bo Başûrê Kurdistanê bişîne.
Roja yekşema borî, 10ê tebaxê, Wezîrê Derve yê Fransayê Loran Fabius di serdanekê de bo Başûrê Kurdistanê, jî piştgiriya hikûmeta Parîsê bo gelê Kurdistan û Iraqê nîşan da û ragihand, alîkariyên Fransa bo kesên ku ji mal û warên xwe reviyane dê bidome û da zanîn, di nav 24 saetên borî de Fransa 18 ton alîkariyên mirovî gihandiye kurdên êzîdî yên ji ber DAIŞê li ser çiyayê Şingalê asê mane.
Fabius ji welatên Ewropayê xwestibû, korîdereke asimanî ji bona gihandina alîkariyên mirovî bo kurdên êzîdî û awareyên iraqî vekin.



