Hewlêr (Rûdaw)- Hêzên SWAT ên Artêşa Iraqê parlamenterekî lîsteya el-Iraqiye li bajarê Rûmadî (navenda parêzgeha Enbarê) girtin û birayekî wî jî kuştin.
Yek ji serpereştyarên xwepêşandanên parêzgeha Enbarê Şêx Emaş Ubeydî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got “Îro serê sibehê hêzên SWAT ên iraqî avêtine ser mala parlamenterê lîsteya el-Iraqiye Ehmed Elwanî û ew girtin”.
Ubeydî aşkere kir ku di serdagirtina malê de birayekî Ehmed Elwanî ji aliyê hêzên SWAT ve hat kuştin.
Xwepêşandanên Enbarê di 8/12/2012 de destpêkiribûn piştî ku zêrevanên parastina Wezîrê Darayî yê Iraqê Rafih el-Îsawî bi tometên “karên terorîstî” ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatin girtin. Xwepêşanderan daxwaza refroman di hikûmeta Iraqê de dikirin.
Parêzgeha Enbar piraniya nişteciyên wê misilmanên sunemezheb in û li rojavayê Iraqê ye.



