Destêwerdana leşkerî li dijî serok Mihemed Mursî, ji aliyê partiyên îslamî yên kurdî ve bi erênî nehat pêşwazîkirin û navê wê kirin derbeya leşkerî li dijî demokrasiyê (negotin li dijî Îslamê.) Serokkomarê Sûriyê Beşar Esed pêşwaziya jikaravêtina Mursî yê li dijî Esed kir û wek “dawiya Îslama siyasî” binavkir. Her çiqasî dixuyê ku Îslamiyên Kurdistanê pirr zêde geşbîn in bi rêbaza Îslama siyasî li Misrê, lê Esed jî di nêrînên xwe de zêdeyî pêwist geşbîn e.
Partiyên îslamî yên Kurdistanê pirr dilxweş bibûn bi wergirtina desthilatê li gellek welatên Rojhilata Navîn û bakurê Afrîqayê û nav lê kiribûn “bihara erebî”. Wan hêvî dikir ku li Kurdistanê jî tiştekî wiha bi dest bixin, her çiqasî dizanin jî ku piştevaniya wan a pêwist tine ji bo pêkanîna vê yekê. Pirraniya hevwelatiyên Kurdistanê ji bo kar pişt bi hikûmetê girêdane û ev bandorê li ser dengdana wan dike.
Tew Îran jî dilxweş bû bi geşbûna Îslama siyasî, her çiqasî ew Îslama siyasî bi berevajî li dijî Esedê hevpeymanê Îranê bi dawî bû. Di dawiyê de piştevaniya hikûmeteke îslamî ya sunî ne di berjewendiya wan de ye, wek çawa derket ku Mursî doza cîhadê li Sûriyê kir, heman tişt jî ji aliyê Îslamiyên Kurdistanê ve tê piştgirîkirin.
Li gor rikberên Mursî, hikûmeta Mursî eynî wan karan dike ku rejîma Mubarek dikirin. Ew jî bi rêya hewldana kontrolkirina hemû sazî û dezgehên Misrê û dûrketina ji opozisyonê. Partiyên îslamî yên kurdî heman guman û dudiliya wan derbarê partiyên kurdî yên desthilatdar de heye. Bi taybetî jî piştî krîza siyasî ya vê dawiyê, ku ji ber dirêjkirina dema serokayetiya Barzanî dirust bû.
Ev di demekê de ye ku partiyên desthilatdar opozisyon bi wê yekê tometbar kirin ku dixwest bi xwepêşandanan di meha Sibata sala 2011ê de hikûmetê têk bibin. Ev li Misrê jî bi heman şêwazê ye û hêzên li dijî Biraderên Misilman karibûn bi piştevaniya artêşê Mursî ji ser kar bavêjin. Ecêb e ku Tevgera Goran hevsoz e ligel derbeya ku li dijî Mursî hat kirin, lê ti artêşeke Kurdistanê ya wiha tine ku bikare Barzanî yan Talebanî ji ser kar bavêje.
Di Adara 2012ê de min derbarê wê yekê de nivîsî ku rîskeke çiqas mezin e eger partiyên îslamî yên ku hatine ser hukim gendel bin. Misrê nîşan da ku desthilat her kesî gendel dike, tew eger partiyên îslamî bin jî.
Lê bawer nakim tiştê ku rû da mirina Îslama siyasî be û wek wê mirinê be ku hat serê Erebên sêkûlar an Erebên nasyonalîst. Ji koma dawî jixwe tenê Esed maye.
Biraderên Misilman xudan alîgirên herî zêde ne li Misrê û nabe ji proseya siyasî bên dûrkirin. Dibe ku eger hilbijartinên pêşwext bên kirin, careke din derkevin meydanê. Opozisyona rikabera Biraderên Misilman ne zêde rêkxistî ye, wek çawa opozisyon li Tirkiyeyê jî nikare sûdê ji wan xwepêşandanan werbigire ku li dijî hikûmeta Tirkiyeyê dihatin kirin.
Dibe ku hinek kes hebin ku bêjin bûyerên Misrê Îslamiyên Kurdistanê bêhêvî kirin û wêneyê Îslama siyasî li navçeyê têk dan. Vê yekê bandor li ser berdewambûna desthilata Esed jî kir, her çiqasî rêjeya şervanên îslamî li dijî Esed her zêdetir dibe. Lê ev nayê wateya ku Îslama siyasî li deverê û li Kurdistanê bi dawî hatiye.



