کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Osman diyar kir ku Bexda dikare vê kêşeyê bi Tirkiyê re behs bike

Osman diyar kir ku Bexda dikare vê kêşeyê bi Tirkiyê re behs bike

news

‘Bexda li ser vekişîna PKKê zêdegaviyê dike’

Nehro Mihemed

Nehro Mihemed

14-05-2013
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Nehro Mihemed
Nehro Mihemed14-05-2013

Nûçeyên Têkildar

Gulşen Orhan: Melayê Cizîrê Kurdî gihandiye asta edebiyateke bilind
Çand û Huner27-11-2026

Gulşen Orhan: Melayê Cizîrê Kurdî gihandiye asta edebiyateke bilind

Trump piştgirî da Serokwezîrê Îraqê
Cîhan27-11-2026

Trump piştgirî da Serokwezîrê Îraqê

Ji bo aştiyê li 7 herêmên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê îmze tên komkirin
TIRKIYE27-11-2026

Ji bo aştiyê li 7 herêmên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê îmze tên komkirin

Hewlêr (Rûdaw) – Parlamenterê kurd li parlamentoya Iraqê Mehmûd Osman ragihand ku Bexda di mijara vekişîna gerîlayên PKKê de zêdegaviyê dike.

Parlamenterê Hevpeymaniya Kurdistanî li Parlamentoya Iraqê Mehmûd Osman di rûpela xwe ya taybet a tora civakî ya Facebookê de wiha belav kiriye: "Pirr gotin û behs li ser vekişîna gerîllayên PKKê ji Tirkiyê ya ber bi Herêma Kurdistanê ve tên kirin."

Mehmûd Osman di berdewam gotara xwe de wiha dinivîse: "Hinek aliyên hikûmeta Iraqê vê yekê wek metirsî li ser sînor û serweriya Iraqê bi nav dikin." Osman hêvîdar e ku ev pêvajoya ku di navbera Erdogan û Ocalan de dest pê kiriye li bakurê Kurdistanê bigihe aştiyê û ev yek ‘pirr girîng’ bi nav kir.

Parlamenterê Hevpeymaniya Kurdistanî wiha dibêje: “Di wê demê de û piştî daxuyaniya Ocalan, me nerazîbûna xwe ji vekişîna gerîlayan ji Tirkiyê ku welatê wan e, diyar kir. Em hest dikin ku Bexda piştî du mehan ji daxuyaniya Ocalan di mijara vê vekişînê de zêdegaviyê dike. Di demek ku ti helwesta wan li ser rêkeftina ewlekariya sînor a di navbera Enqere û Sedam, hatina hêzên Tirkiyê nav xaka Iraqê û bombebarankirina Herêma Kurdistanê de tune bû." 

Parlamenterê Mehnûd Osman di dawiya gotara xwe de jî wiha dinivîse: "Bexda dikare vê kêşeyê bi Tirkiyê re behs bike. Dikare li ser asta erebî, îslamî û Encûmena Ewlekariyê gilî jî bike, ne guneh bixe stûyê aliyên Kurdistanê yên ku deryayek xwîn dane di şerê li dijî Enqereyê de."

Pirsên