کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Duhok

Duhok

news

Li Duhokê amadekariyên kampanya hilbijartinan têne kirin

Pêşewa Behlewî

Pêşewa Behlewî

10-09-2018
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Pêşewa Behlewî
Pêşewa Behlewî10-09-2018

Nûçeyên Têkildar

Encumena Dadweriyê ya Herêma Kurdistanê: Divê destûr bibe bingeha çareseriyê
Kurdistan25-11-2026

Encumena Dadweriyê ya Herêma Kurdistanê: Divê destûr bibe bingeha çareseriyê

Înisiyatîfa Yekîtiya Demokratîk: Biryarên Bexdayê yên li dijî Herêma Kurdistanê nayên qebûlkirin
Kurdistan25-11-2026

Înisiyatîfa Yekîtiya Demokratîk: Biryarên Bexdayê yên li dijî Herêma Kurdistanê nayên qebûlkirin

Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê li ser biryarên Bexdayê civiya
Kurdistan25-11-2026

Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê li ser biryarên Bexdayê civiya

Duhok (Rûdaw) - Li Duhokê bi heman awayê parêzgehên din ên Herêma Kurdistanê, amadekariyên destpêkirina kampanyayên hilbijartinan têne kirin.

Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) weke hêza yekem a wê parêzgehê, amadekariyên xwe temam kiriye, lê beşek ji berbijêrên aliyên din, heta niha  derbarê birêveçûna hilbijartinan de dudil in.

Berbijêrê PDKê Behcet Elî Sipîndarî ji Rûdawê re ragihand: “Em ji bo hilbijartinan amade ne. Bawer nakim hilbijartin werin paşxistin. Ji ber ku ne di berjewendiya Kurdistanê de ye û proseyeke demokratîk e. Proseyeke ku dê xelkê Kurdistanê biryarê bide ka dê kî di çar salên pêş de hikûmraniya Kurdistanê bike.”

Li navenda Behdînan a Tevgera Goran guman heye ku hilbijartin roja 30ê Îlonê werin kirin. lewma wan wan hê jî poster û şêweyê bangaşeya xwe diyar nekirine. Herwiha Tevgera Goran ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê 100 berbijêr diyar kirine ji wan 3 berbijêr ên parêzgeha Duhokê ne.

Berpirsê Navenda Tevgera Goran li Duhokê Sebah Yasin jî got: “Ji bo beşdarbûn an jî beşdarnebûna hilbijartinan dê Civata Nîştîmanî ya Goran biryarê bide. Eger biryarê beşdarbûnê were dayîn em amade ne beşdarî proseyê bikin.”

Li Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyan a Herêma Kurdistanê jî mijara paşxistina hilbijartinan nayê gotûbêjkirin.

Serokê Fermangeha Duhokê yê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyan Elî Bendî got: “Heta niha hemû rêkarî û fermanên ji komîsyonê ji bo fermangeha me hatine, ji rexê me ve hatine cîbicîkirin. Înşallah dê 30ê Îlonê de hilbijartin werin kirin.”

Li gor amarên Komsiyona Helbijartina li parêzgeha Duhokê 719 hezar û 375 dengder dê bikarin roja 30ê îlonê li 257 bingehên dengdanê dengên xwe ji bo berbijêrên hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê bidin.

Pirsên