Duhok (Rûdaw) – Bi hezaran koçberên Rojavayê Kurdistanê yên Duhokê dijîn, ji bo piştevaniya giştpirsiya Başûrê Kurdistanê ahengeke mezin lidarxistin. Aheng bi vexwendina Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê ENKSê hate sazkirin.
Pêşmergeyê bi navê Basil Elî, lingeke xwe di şerê li dijî DAIŞê de ji dest da ye. Lê wî bi dirêjahiya 2 kîlometreyan, li gel hevalên xwe yên pêşmerge Ala Kurdistanê ya dirêjahiya wê 220 metre gihande cihê kernevalê.
Basil Elî got: “Ez amade me bi meşê biçim her çar parçeyên Kurdistanê bimeşê. Ji bo serfirazî ye, ku parçeyekê Kuridstanê dibe xwedan dewleta serbixwe.”
Bi hezaran penaberên Rojavayê Kurdistanê yên li hemû qezayên Duhokê dijîn, li Kampa Domîzê kombûn.
Serkirdeyê Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê Zekî Bavê Mîtan diyar kir: “Ez bawer dikim, ku eger em 2 heta 3 ahengên din jî saz bikin dê dîsa ev hinde mirov ji bo pişrgiriya Kurdistanê werin.”
Hunermend Beha Şêxo jî nû ji Qamişlo gihişte Duhokê. Wî sitraneke nû amade kiriye û yekem car li vê ahengê pêşkêş kir.
Hunermend Beha Şêxo got: “Hestê min nayê şirovekirin. Ev meh û nîveke ez li Qamişlo yek xulekê jî ranewestiyame, ji ber ku min jimareke sitran ser refrandomê amade dikir.”
Di ahengê de gelek hunermendên Rojava û komên folklorî jî bi qasî 4 demjimêran berhemên xwe yên nû nîşandan.



