Duhok (Rûdaw) - Semaya zumba ya rojavayî gihiştiye Kampa Domîz a Duhokê. Nisrîn Yûsif take rahênera semaya zomba ye. Ew ji çend rahênerên amerîkî fêrî vê semayê bûye û niha jî zarokan fêr dike.
Zarokên Kampa Domîzê ku penaberên Rojavayê Kurdistanê lê dimînin, berê xwe didin Navenda Yakîtiya Ciwanan da ku fêrî rengekî nû yê semayê bin.
Di semaya zumba de sema, mûzîk û werzîş dibin yek, zarok hem fêrî livînên semaya nû dibin, hem jî laşê xwe saxlem dikin.
Keça bi navê Jiyan Mehmûd Ehmed dibêje: “Ez tême vê derê da hevalê xwe bibînim, werzîş û semayê bikim, zeîftir bibim û dirêj bibim."
Rahêner Nisrîn Yûsif li ser destê çend rahênerên amerîkî fêrî semaya zumba bûye û niha jî bûye take rahênera li Kampa Domîzê. Zêdetirî 200 jin û zarok li ba wê fêrî zumba dibin.
Nisrîn Yûsif diyar dike: "Ne tişkî biyanî ye. Zumba weke folklora kurdî ye. Em li ber sitranên kurdî û erebî jî zumba dikin. Kêfa zarokan gelek ji vê semayê re tê."
Ew kesên beşarî rahênanên semaya zumba dibin, di heman demê de endamên komên folklora kurdî ne. Ev şagirt ji aliyekê ve li vir fêrê dîlana serdemî ya latînî dibin, ji aliyê din ve jî fêrî dîlana çaçanê û çoxê mino î dibin.”
Keça bi navê Nergîz Îbrahîm Elî jî dibêje: “Ez di koma folklorî ya azadî de cîh digrima û li vir jî fêrî zomba dibim. Ji ber ku niha bêhinvedan e û dibistan nînin. Dema dibistan dest pê bike ezê herim xwendinê.”
Semaya zumba derbasî 150 welata bûye û zêdetirî 14 milyon kesan fêrî zomba bûne. Her meh li Navenda Yekîtiya Xwendevan û Ciwanên Demokrat ên Sûriyê, hejmareke nû ya zarokan berê xwe dinin xulên fêrbûna zumba.



