Mûsil (Rûdaw) – Fermandariya Polîsên Federalî yên Iraqê ragihand, ku berpirsekî leşkerî yê DAIŞê yê bi navê Ebûbekir Meamar, ligel hejmareke alîkarên xwe li rojavayê Mûsilê bûne armanca bombebaranê.
Fermandarê Polîsên Federalî yên Iraqê Şakir Cewdet ragihand, îro 01-05-2017, di encama bombebrana firokeyên şer de li rojavayê Mûsilê berpirsê leşkerî û endamê civata şûra ya DAIŞê yê bi navê Ebûbekir Meamar hatiye kuştin.
Şakir Cewdet da zanîn, ku di heman bombebaranê de hejmareke alîkarên Ebûbekir Meamar û nîşangirên DAIŞê jî hatine kuştin û gelek çekdarên DAIŞê jî birîndar bûne.
Cewdet diyar kir, ku polîsên fedralî bi piştgiriya zanyariyên îstîxbarî û herwiha bi hemahengiya firoke û topxaneyan operasyonên xwe yên li Mûsilê didomîne.
Fermandarê Polîsên Federalî yên Iraqê Şakir Cewdet herwiha eşkere kir, ku roja Yekşemê 30-04-2017, li taxa Îqtîsadîn a Mûsilê fermandarê firqeya Hufat a DAIŞê yê bi navê Ebû Îshaq Tunusî ligel 44 çekdarên din hatine kuştin.
Hêjayê gotinê ye, ku Sererkanê Iraqê Osman Xanimî beriya du rojan ragihandibû, ku dê di nav 3 hefteyan de tevahiya Mûsilê were kontrolkirin.



