Hewlêr (Rûdaw) – Asayişa Giştî ya Rojavayê Kurdistanê derbarê êrişa ser Ala Kurdistanê li bajarokê Girkê Legê de daxuyaniyek belav kir û têde got, wan jibo parastina ewlekariyê û jiyana welatiyan av bi kar aniye.
Karvedan li ser bûyera bilindkirina dirêjtirîn Ala Kurdistanê li Girkê Legê berdewam e û ev karvedan gihiştin astekê ku Kantona Cizîrê bersiva Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bide û daxwaz jê bike ku Başûrê Kurdistanê destwerdanê di karûbarên navxwe yên kantonan de nede.
Piştî daxuyaniya Kantona Cizîrê, Asayişa Rojavayê Kurdistanê jî derbarê bûyera êrişkirina ser Ala Kurdistanê li bajarokê Girkê Legê yê girêdayî bajarê Dêrikê de daxuyanî da.
Fermandariya Giştî ya Asayişa Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê derbarê tometên ku dibêjin Asayişê di merasîma bilindkirina alê de li bajarokê Girkê Legê bêrêzî li Ala Kurdistanê kiriye, daxuyaniyek belav kir û têde ragihand ku ew tomet bêbingeh in û got, ku ew tenê dezgeheke ewlekariyê ne û girêdana wan bi ti aliyekê ve tine ye.
Asayişa Rojava di daxuyaniya xwe de destnîşan kir, ku ew neçar bûn ji bo belavkirina kombûna li Girkê Legê avê bikar bînin , ew jî ji bo parastina jiyana welatiyan û ji bo rêgirtin li her karekî terorê ku hewl bide tevliheviyê derxîne.
Di daxuyaniya Asayişa Rojavayê Kurdistanê de herwiha hatiye ku ew bang li welatiyan dikin ku pabendî rênimayiyên Asayişê bibin ji bo rêgirtin li her bûyereke nexwestî.
Asayişa Rojava tekez kir, wan bêrêzî li Ala Kurdistanê nekirine û ew nakin jî, lê belê ew neçar bûn ji bo belavkirina kombûna ENKSê ku bi neyasayî binav kir, avê bi kar bînin.
Pêştir Kantona Cizîrê derbarê heman bûyerê da daxuyaniyek dabû û bersiva daxuyaniya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya derbarê rêgirtina li ber bilindkirina Ala Kurdistanê li Girkê Legê dabû.
Kantona Cizîrê ragihandibû ku ew nahêlin ti alî bilindkirina Ala Kurdistanê bike hincet ji bo têkbirina rewşa ewlekariyê û got ku Başûrê Kurdistanê piştgiriya kesên ku xerabiyê û têkderiyê dikin, dike ji bo ku rewşê tevlihev bikin.
Endamê polîtbîroya PDK-S jî ji aliyê xwe ve got, pîrozkirina roja Ala Kurdistanê ne li dijî tu aliyan bû û daxuyanyên asayîşê û kantonê jî bê mane û vala ne.
Di heman roja serbestberdana Serokê Şaxê ENKSê yê Girkê Legê de ku di merasîma bilindkirina Ala Kurdistanê li girkê Legê hatibû girtin, Her yek ji Desteya Navxwe ya Kantona Cizîrê û Asayişa Rêveberiya xweser li ser bûyera êrîşkirina li ser Ala Kurdistanê li Girkê Legê daxuyaniyek belav kirin û têde red kirin, ku Asayişî bêrêzî li Ala Kurdistanê kiribe.
Desteya navxwe ya kantona Cizîrê bersiva daxuyaniya serokatiya Herêma Kurdistanê ya derbarê Ala Kurdistanê da û ragihand ku ew nahêlin ti kes Ala Kurdistanê bike hinceta têkbirina ewlekariyê û got bila Başûrê Kurdistanê destêwerdanê di karûbarên kantonan de nede.
Desteya navxwe ya kantona Cizîrê herwiha anî ziman, hin alî bilindkirina Ala Kurdistanê dikin hincetek ji karên xwe yên neyasayî re û got, her kombûnek yan jî xwepêşandanek derkeve divê ruxseta fermî bistîne.
Di daxuyaniyê de herwiha hatiye ku Başûrê Kurdistanê piştgiriya wan kesên têkder dike ku hewl didin fitneyê di nav xelkê de derxînin.
Kantona Cizîrê dibêje, ku serokatiya Herêma Kurdistanê nahêle birîndar ji Rojava bo Başûr bên derbaskirin û daxwaz ji Herêma Kurdistanê dike ku li helwestên xwe vegere û wan sererast bike daku fitne di nav pêkhateyên Rojava de dernekeve.
Serokatiya Herêma Kurdistanê duh li ser rêgirtin li bilindkirina Ala Kurdistanê li Girkê Legê ji aliyê Asayişa Kantona Cizîrê ve daxuyaniyek dabû û têde gotibû ku kesên ew kar kirine wê poşman bibin.
Roja 17ê vê mehê, hêzên Asayişê êrişî çalakiya endam û alîgirên ENKSê ya pîrozkirina Roja Ala Kurdistanê kiribûn, rê nedabûn Ala Kurdistanê were bilindkirin, hinek jî girtibûn û heta niha jî asayiş li dûv wê alê digere.


.jpg&w=3840&q=75)
