Hewlêr (Rûdaw)- Kantona Cizîrê ragihand ku, ew nahêlin ti kes ala Kurdistanê bike hêceta têkbirina ewlekariyê li Rojavayê Kurdistanê.
Desteya Navxwe ya Kantona Cizîrê bersiva daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê ya derbarê Ala Kurdistanê da û ragihand: “Ew nahêlin ti kes ala Kurdistanê bikin hêceta têkbirina ewlekariyê. Bila Başûrê Kurdistanê destêwerdanê di karûbarên kantonan de neke.”
Kantona Cizîrê di daxuyaniya xwe de ragihand: “Hin alî bilindkirina ala Kurdistanê dikin hêncetek ji karên xwe yên neyasayî re. Her kombûnek an jî xwepêşandanek derkeve divê muhleta fermî bistîne.”
Di daxuyaniyê de herwiha hatiye ku, “Başûrê Kurdistanê piştgiriya wan kesên têkder dike ku hewl didin fitneyê di nav xelkê de derxînin.”
Her li gorî daxuyaniyê, “Divê Herêma Kurdistanê li helwesta xwe vegere û sererast bike da ku fitne di nav pêkhateyên Rojava de dernekeve.”
Çi bibû?
Roja 17ê vê mehê, hêzên Asayişê êrişî çalakiya endam û alîgirên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) yên pîrozkirina Roja Ala Kurdistanê kiribûn, rê nedabûn Ala Kurdistanê were bilindkirin, hinek jî girtibûn.
Serokatiya Herêma Kurdistanê duh daxuyaniyek li ser rêgirtin li bilindkirina ala Kurdistanê li Girkê Legê ji aliyê asayişa kantona Cizîrê ve derxistibû û tê de gotibû ku kesên ew kar kirine dê poşman bibin
Mesûd Barzanî wiha gotibû: “Karê wî aliyê bi nav kurd, cihê şermezariyê ye çimkî ew karê ku wan derheqê Ala Kurdistanê de kirin, heta dagîrkeran jî nekirine. Lê di dawiyê de ew dê şermezar û poşman bibin.”


.jpg&w=3840&q=75)
