Dusseldorf (Rûdaw) - Serokê rejîma sûrî Beşar Esed diyar kir ku, ew ji bo bidawîanîna şerê navxweyî yê li Sûriyê amade ye ku bi berpirsên amerîkî re danûstandinan bike.
Esedê ku duh ji televizyona amerîkî CBS re axivî, diyar kir ku şertê danûstandinê “rêzgirtina dualî“ ye û got: “Li Sûriyê em dikarin bêjin ku di bingeh de her danûstandinek karekî erênî ye. Em ji bo her danûstandinekê amade ne, bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) re jî, eger li ser bingeha rêzgirtina dualî be.“
Herwiha Esed diyar kir ku heta niha danûstandineke rasterast ye herdu hikûmetan pêk nehatiye.
Beriya du hefteyan wezîrê derve yê DYA John Kerry jî gotibû ku ji bo bidawîanîna şerê navxweyî li Sûriyê dawiya dawî ji bilî danûstandinên bi Esed re wê ti rêyeke din tine be. Ev axaftinên John Kerry rastî gellek nerazîbûnên hevpeymanên DYA hatibûn, b taybetî yên Frensa û Tirkiyê.
Piştî van nerazîbûnan desthilata DYA hewl dabû ku van gotinên John Kerry “zelal“ bike û diyar kiribû ku danûstandin bi Esed re nabin û wê tenê ji bo dûrxistina Esed ji desthilatê bin.
Ev demeke ku nûnerê taybet yê Neteweyên Yekbûyî ji bo Sûriyê, Staffan de Mistura, jî hewl dide ku rêya danûstandinan veke û bi vê mebestê beriya çend hefteyan çûbû Şamê jî.

.webp&w=3840&q=75)

