Dusseldorf (Rûdaw)- Îslenda serlêdana xwe ya ji bo endametiya di Yekîtiya Ewropayê de şûnde kişand.
Li gor ajansên nûçeyan, duh wezîrê derve yê Îslendayê, Gunnar Bragi Sveinsson, ev biryara xwe bi serokatiya Yekîtiya Ewropayê ragihandiye û gotiye ku “ev mijar qediya ye“.
Îslendaya xwedî 325 hezar niştecih 2008ê piştî qeyra bankeyan rastî qeyraneke aborî û darayî ya giran hatibû. Piştî wê qeyranê, Îslendayê di 2009ê de ji bo endametiya di Yekîtiya Ewropayê de serlêdan kiribû û dest bi danûstandina kiribû.
Piştî ku di Adara 2013ê de hikûmet li Îslendayê hat guhertin û hikûmeteke dijbera endametiya di Yekîtiya Ewropayê hate ser desthilatê, danûstandinên endametiyê jî rawestiyan. Di dawiya Sibatê de hikûmeta îslendî biryar da ku serlêdana xwe vekişîne.
Li gor rapirsiyan, hertim pirraniya xelkê Îslendayê li dijî endametiya di Yekîtiya Ewropayê de bûn. Piştî aloziyên di navbera hikûmeta Yewnanê û Yekîtiya Ewropayê de, ev dijberî hêj mezintir bibû.
Duh di hevdîtineke wezîrê derve yê Îslendayê Sveinsson ligel hevpîşeyê xwe yê letonî Edgars Rinkevics de, ku Rinkevics di heman demê de serokê niha yê Konseya Yekîtiya Ewropayê ye jî, Sveinsson nameyek da Rinkevics ku tê de ev biryara Îslendayê pêşkeşî Yekîtiya Ewropayê hate kirin.
Di nameyê de sedemên vê biryarê hatine şîrovekirin û hatiye diyarkirin ku “nêteke Îslendayê nîne ku careke din dest bi danûstandinên endametiyê bike".

.webp&w=3840&q=75)

