Werin em li Kazakistana Asyaya Navîn, li nêzîkî sînorê Çînê serdana sê gundên kurdan bikin û guh bidin beşek ji jiyan û serpêhatiya wan.
Îro pênc hezar kîlometre dûrî Kurdistanê, li Asyaya Navîn gellek gundên kurdan hene. Her cara ku li Kazakistan, Kirgizîstan û herêma Sîbîryaya Rûsyayê diqesidim, dibim mêvanê van gundên me yên kurdperwer, mêvanperwer û bengiyê welatê bav û kalan. Ev kurdên me yên cînarê Çînê heta îro jî ti caran axa ku jê hatine ji bîr nekirine. Li gorî gotina wan dîtina ‘Welatê Serhedê’, ‘Behra Wanê’ û ‘Heybeta Araratê’ ev 80 sal in ku hesreta dilê wan e. Tevahiya wan ji Bakurê Kurdistanê, herêma Serhedê, ji neçarî derbasî Kafkasyayê bûne û bi ser vê belengazî û çerçirandinê; sirgunî jî bûye para wan.
Di dema Sovyetê de, bi fermana Stalîn, ber bi çolên Asyayê ve hatin sirgûnkirin. Pirraniya wan kurdan li Kazakistan, Kirgizîstan û Ozbekistanê hatin bicîhkirin. Kurdên Kazakistanê ji eşîrên Birûkan û Celaliyan in. Pirraniya wan Birûkî ne û sala 1937ê ji Ermenistan û Nexçîvanê hatine nefîkirin. Birûkiyên ku bi darê zorê hatine Asyaya Navîn ji milên Beşka, Qerka, Şewlika, Hêcimka, Pîrka ne. Lê belê kurdên ku sirgûnên sala 1944ê ne, ji malbat û eşîrên Cêciyan û Coldeliyan in.
Di roja me ya îroyîn de li Kazakistanê beşeke giran ji kurdan li gundan jiyana xwe berdewam dikin. Heta niha çend nifş ji welatê xwe dûr, li wan gundên Asyaya Navîn hatine binaxkirin. Lewma wekî tevahiya kurdên Kafkasyayê, kurdên vê derê jî her dem dibêjin; “Me sê bavên xwe li ser erdekî çal nekirin birê min!” Ez rastî gellek camêr û xanimên hêja yên ‘keserkûr’ hatim ku kalikê wan li Wan, Qers û Îdirê, bavê wan li gund û bajarên Kafkasyayê, zarokên wan li naverastên Asyaya Navîn hatine binaxkirin. Bi dilekî kul-keser dibêjin: “Birê min hela wê axiriya me çawa be? Em nizanin emê li ku derê, li bin kîjan xweliyê bêne veşartin…”
Bi tenê îro li derdora bajarê Çîmkentê 6-7; li dorhêla bajarê Cambûlê jî 7-8 gundên kurdan hene. Li çarmedorê Alma Atayê jî bi têra xwe gundên kurdan hene. Li tevahiya wan gundên li ser xaka Kazakistanê jiyana kurdewarî, tevî axaftina zimanê kurdî, her berdewam e.
KARASAY
75 sal in ku adet, dawet-govend û şîn-şahiyên wan kurdî û kurmancî ne…
Gundê Karasayê yek ji wan gundên ‘ezîzên ber dile min e.’ Karasay gundekî nehiya Îssîkê ye ku dikeve ser Alma Atayê. Gund 45-50 kîlometre dûrî Alma Ataya paytexta berê ye. Divê bînim ziman, her çiqas piştî hilweşîna Sovyetê û serxwebûna Kazakistanê, paytextê sereke û fermî veguhezî bajarê Astanayê jî, ji ber berfirehiya xaka Kazakistanê, Alma Ata jî wekî paytextê duyemîn xizmeta welêt dike. Em vegerin behsa gund. Çûn û hatina gund ji bilî zivistanê hêsan e. Lê mehên zivistanê çûn û hatin pirr zehmet e. Gund li qûntara rêzeçiyayên Îlê-Alatawê ye, lewre zivistanan berfeke giran dikeve erdê û bi mehan ranabe.
Gundiyên Karasayê sirgûniyên 1944ê ne. Dema ferman û sirgûnê ji Gurcistanê hatine. Ji êl-eşîra Coldeliyan in. Dema têne Kazakistanê, rastî sirgûniyên 1937ê tên ku ji Nexçîvan û Ermenistanê hatine. Wê demê kurdên 1937ê kar û barên çandiniya rez û baxan dikirin. Sirgûniyên 1944ê yekser li wê derê bi cih û war dibin. Kurdên ku sala 1937ê hatine piştgiriya wan dikin û paşê li gundê Akbastawê bi cih dibin. Gundî bi bax û zeviyan debara malbata xwe dikin. Di destpêkê de 10-15 malên Rûsan û Qazaxan û çend malên Alman û Ûyguran hebûne, yên mayîn hemû Kurd bûne.
Gundê Karasayê ji 450-500 malan pêk tê. Ji wan 300-350 mal Kurd in. Li gund gellek pîr û navsere hene ku sirgûna 1944ê bi çavê serê xwe dîtine. Tevahiya kurdên gund Misilman in û li gund mizgeftek heye ku meleyê wir kurdekî bi navê Apê Rizgo ye. Apê Rizgoyê Cebêr tevî meta Xatûna Cebêr a 65 salî, tevahiya kar û barên mizgefta gund dikin.
Li Karasayê dibistaneke mezin heye û zarokên kurdan ji bilî tevahiya dersan, dersa zimanê kurdî jî dibînin. 10-15 zarokên Kazaxan ne tê de, ji 300î zêdetir zarokên kurdan li dibistanê dixwînin. Zarok heta pola 11ê dixwînin. Sînema Mirtezayê Koroxliya ku bi salan li dibistanê kar kiriye, dibêje ku piştî xwendina li gund, şagirt diçin enstîtuyan, zanîngehan û kolejan. Dayîka Sînemê dibêje: “Kurê min jî, neviyê min jî li vê mektebê xwendine.”
Tevî ku 75 sal in Kurd li vî gundî dijîn, rabûn û rûniştina wan, dawet û govendên wan, şîn û şahiyên wan neguherîne û çawa ku li deşt û zozanên Kurdistanê dijîn, bi erf, adet û kevneşopiyên xwe ve girêdahî ne.
Karabûlak
“Kurmanc yek nîne! Bila kurmanc bibe yek û erdê xwe bistîne...”
Tevahiya gundên kurdan li Kazakistanê xweş û şêrîn in. Lê bi rastî jî Karabûlak pir şêrîn e. Gellek kurdên ku vê gavê li gundê Karabûlakê dijîn, piştî hilweşîna Sovyetê ji ber bêkarî û jiyaneke zor xwe avêtin kêleka bajarên mezin. Beşeke mezin ji wan li Alma Ataya paytext û derdora wê bi cih bûn. Pirraniya gundiyên Karabûlakê ji Kaşkabûlaka Cambûlê hatine û li derdora Alma Atayê bi cih bûne.
Gundê Karabulakê vê gavê ji 500 malan pêk tê û bi qasî 150 malbatên gund kurd in. Pirraniya malên gund ji malbatên tirkan pêk tên ku ew jî sirgûnê 1944ê ne. Piştî tirkan û kurdan; li gund kazak û rûs jiyana xwe berdewam dikin. Pirraniya niştecihên gund, bi xwedîkirin û kirrîn-firotina heywên ve mijûl in. Ji ber ku gund nêzîkî bajêr e, gellek malbatên li gund dijîn, ji bo debara xwe bikin li Alma Atayê karê bazirganiyê dikin.
Malbata Mûsayê Dûmoyê Elo yek ji wan malbatan e ku ji sala 1991ê ve li gund dijî. Ew jî sirgûnên 1937ê ne. Sala 1937ê bi fermana Stalîn bi deh hezaran kurd ji Ermenistanê ber bi Kazakistan, Kirgizîstan û Ozbekistanê ve hatibûn sirgûnkirin. Sirgûnek jî sala 1944ê ji Gurcistanê çêbibû. Malbata Apê Mûsa, 20 sal berê ji gundê Akbastawê koçî vî gundî kiriye. Ew bixwe ji Eşîra Beşkî ya Wanê ne. Bi van hevokan behsa serpehatiya xwe dike: “Ez kurê Dûmoyê Elo me. Eliyê Xelo, Xelîlê Bişo, Bişoyê Kotîn. Ji wir û pêve jixwe kurmanc êdî digihêjin damarekê. Ev 80 sal in ku em li Kazakistanê dijîn. Ez li vir ji diya xwe bûme û li vir mezin bûme. Sê qîz û du kurê min hene. Em gellekî diçerçirin. Ev der ne welatê me ye, hewesa me welatê me ye. Lê li wê derê jî welatê me tineye. Em di bin destê xelkê de ne. Li wir em di bin destê tirka de ne, li vê derê em di bin destê kazaxa de ne. De ka em çi bikin? Kurmanc yek nîne! Bila kurmanc bibin yek, bila bibin kulmek û erdê xwe bistînin...”
Senema Mûsayê Dûmo jineke ciwan a gund e. Koçberiya bav û kalan ber bi Kazakîstanê wiha şirove dike û bi kilamekê vê koçberiyê temam dike: “Bav û kalên me ji Wanê hatine. Ji birê xwe re bêjim, ji welatê romê, ji Tirkiyê hatine. Ji gundê Kêrsê. Li ser hatina wan kilam jî hatiye çêkirin:
Bihar e xweş bihar e,
Bilbil dixûne,
dengbêj golegol e,
Malê me derketine ji mala ne,
Koçê herî pêşî, koçê mala Bişê Kotê ne...
Herçî Herata Hesoyê Dûmo ye êdî 60 salên xwe temam kirine. Ji axaftinên wê diyar e ku vê jina bixîret, bi têra xwe kişandiye. Çawa ku dê û bavên wê jê re behsa sirgûna kurdan kirine, ew jî heman behsê ji me re dike: ‘Eskeran civat giş kom kirin. Anîne ber vagonan. Cimaetê tevî heywanan tijî vagonan kirin. Devê vagonan girtin. Nan tineye, av tineye, cih tineye. Haşa cihê destavê tineye. Qîz û bûkên kurdan ji şerma nikaribûn biçin ser destavê, lewma zikên wan werimî, mirin! Kî dimiriya, Eskerê Sor ê Sovyetê ew ji trênê diavêtin derve!’
Meyrema Beylerê Nado jî dibeje; ‘Mezinên me zilmekî mezin dîtin’ û berdewam dike: ‘Tî, birçî, zikê zaroyan werimî, di nava dewêr-heywên de zarok giş qerisîn û mirin! Belengazê bavê min digiriya, nikaribû xeber bida, digot; ‘Heta ez sax bim li dinyayê ew derd û kul ji dile min dernayê.’
Aşîbûlak
Hesenê Hecîsilêman, Bariyê Bala û Mecîdê Silêman
Pirraniya kurdên Aşîbûlakê piştî şerê Ermenî û Azeriyan ango ‘Şerê Qerebaxa Çiyayî’ hatine Kazakistanê û li gund bi cih bûne. Li gund 600-700 malên kurdan hene. Hejmara kurdan ji hejmara kazaxan gellekî zêdetir e. Aşîbûlak 15-20 kîlometre dûrî Alma Atayê ye û wekî gundê Karabûlakê, pirraniya niştecihên Aşîbûlakê jî, li Alma Atayê karê bazirganiyê dikin. Her wiha ew bi çandinî û xwedîkirina heywên ve jî mijûl in û xwediyê keriyên giran ên pez in. Emê jiyana tevahî ya vî gundê xweş û şên ji nivîsareke xwe ya din re bihêlin û bala xwe bidin ser sê kurdên hêja yên edebiyat û zargotina kurdî. Ev camêrên hanê yên hezkiriyên kurdên Kazakistanê ev in: Bariyê Bala, Hesenê Hacîsilêman û Mecîdê Silêman ku bi navê Mecîdê Silo jî tê naskirin.
Her du şaîrên kurdan Bariyê Bala û Hesenê Hacîsilêman; û Dengbêje Radyoya Yêrevanê Mecîdê Silêman piştî hatina ji Ermenistanê li vî gundî bi cih bûne.
Bariyê Bala ku her dem ji bo welat dike mitala, hesreta axa bav û kala wiha tîne ziman:
Quling tên, ez ji qulingan dipirsim;
‘Hûn ji Kurdistanê derbas dibin, we çi dît li Kurdistanê?’
Dibên; ‘Me berf dît, baran dît, em peya bûn me danî erdê ku em avê vexwin,
şîlo bû, xwîn dikişiya.
Me xwest em qût hildin, jehr bû!
Gurrîniya topa, tivinga, em jî sax derbas nebûn.’
Serwêrê qulingan dibêje.
Paşê dîsa dibê; ‘Ev hevalê me jî baskên wî şikestine,
bibe baskên wî bicebirîne,
belkî em bi silametî hevalê xwe li vê derê nehêlin...
Herçî Hesenê Hecîsilêman e, li nava mala xwe tevî zarok û neviyên xwe jiyaneke asûdeyî dimeşîne û herdem ji zarok û neviyên xwe re bûye bav û bapîrekî baş û hezkirî. Hecîsilêman jiyaneke kurdî û kurdewarî daniye pêşiya neviyên xwe. Neviya şêrîn a Hecîsilêman pirraniya helbestên kalikê xwe ji ber kirine, di civata me de jî texsîr nake dibêje:
Derdê min pir in, ketine ser hev
Birînê min kûr in, nayêne hev
Xelas nabin ji me re derd
Ez vî derdî kê re bêjim?
Xerab kirin gund û bajar
Wan em hîştin hêsîr hejar
Mêtin xwîna me yê hejar
Ez vî derdî kê re bêjim
Talan kirin hebûna me
Em derxistin ji malên me
Kuştin zarok û zêçên me
ez vî derdî kêre bêjim?
Ev derdekî bêderman e
Bê hekîm e, bê loqman e
Evî derdî dinya zane
Ez vî derdî kê re bêjim?”
Hacîsilêman gellek caran ji bo parastin û nasandina çanda kurdî pêşengehan ava dike û pêşkêşî dêhn û bala kazak, rûs, uygûr û neteweyên din dike: “Kevneşopiyên me ji kal û bavên me mane. Me ew ji welatê xwe di wexta sirgûniyê de anîne vê derê. Ji sala 1926-ê heta 1937-ê û heta niha. Salê 10-15 caran em nîşanê gelên li Kazakistanê didin. Gellek milet hene, çand û hunera xwe didin nîşandan, em jî nîşan didin. Ew ji kevneşopiyên me haydar in û bi van nirxên bav û kalên me kêfxweş in.”
Dengbêj û Şaîrê navdar ê Radyoya Yêrevanê Mecîdê Silêman jî niştecih û hezkiriyekî vî gundî ye. Kurd wî bi dengê wî yê ‘zêrîn’, ji ‘fonda zêrîn’ a Radyoya Yêrevanê nas dikin. Apê Mecîd û qîza xwe ya dengbêja dengxweş Sîsa Mecîd gellek caran bi pêl û frekansên radyoyê li me qesidîne û bûne hevparên derd û kulên me yên hezarên salan.
Zivistaneke dijwar e. Çokek berf li erdê ye, lê civata me bi Apê Mecîd şên e. Îro ne tenê ez, gellek kes li vî mêrxasê dengbêjiyê qesidîne. Heval û hezkiriyekî Apê Mecîd berê xwe dide wî û bi şanazî dibêje: “Her çar parçeyên Kurdistanê te nas dikin. Tu Mecîdê Silêman î. Xwedê canê sax, emrê dirêj bide te.”
Bersiva dengbêjê me kurt e, lê diyar e kêfxweş e: “Zehf Razî me!”
Paşê kêfxweşiya xwe bi vê helbesta xwe pêşkêşî me dike:
Ez Mecîdê Silêmîn im
Xweyê qelema zêrîn im
Çavê xwe li xerîta digerînim
Kurdistana xwe lê nabînim
Xêrnediyê rûzemîn im
Rastî jî ez xêrnedî me
Dê û bavê xwe têr nedî me
Mezin bûme bi sexîrî
Bûme xweyê vî tevdîrî
Tevdîr gotî helbestvan
Ez bûme helbestvan e
Ji bona derdê giran e
Derdê min î pir giran e
Derdê min î bê derman e
Weleh em ji dê û bavan du bira ne
Ji dê-bava êtîm û sexîr mane.
Dengbêj û şaîr ew e ku bi hebûna welatê xwe şa ye. Mecîdê Silêman jî wiha ye:
Yeke şikir aza ye
Dilê gelî pê şa ye
Çar Kurdistanên me hene
Her çar ronahiya me ne...
Dinya biçûk e, lê dil mezin e…
Eger rojekê berê we ket Naverasta Asyayê, bizanibin ku li wan deveran çavên gundên kurdan li riya we ne. Qet ji bîr nekin, ew ne tenê kurdên niha ne, her wiha ew kurdên ‘zemanê berê’ ne jî… Hûn ji bo wan ew xûşk û bira ne ku ji wan hatine dûrxistin… Lewra deriyê her malê heta dawiyê ji we re vekiriye…
Ez kefîlê wan, hûn bi xêr bên!
.jpg)
Senema Mûsayê Dûmo
.jpg)
Dengbêj Mecîdê Silêman
.jpg)
Helbestvan Bariyê Bala
.jpg)
Helbestvan Hesenê Hecîsilêman
.jpg)
Gundê Karasayê
.jpg)
Gundê Karasayê
.jpg)
Gundê Karasayê

Gundê Karabûlakê


