Alma Ata (Rûdaw) - Dewleta Kazakîstanê li ser navê Serokomar Nûr Sûltan Nazarbayêv Xelata ‘Kurmet’ ango ‘Hurmet’ da karsaz û xêrxwazê kurdê navdar Şîrînê Elî.
Şîrînê Elî yek ji wan Kurdan e ku sala 1937ê bi fermana Stalîn ji Ermenistanê ber bi Asyaya Navîn hatibûn sirgûnkirin. Ji sala 1937ê heta niha Şîrînê Elî û malbata wî li Alma Ataya Kazakîstanê jiyana xwe berdewam dikin.
Şîrînê Elî karsaz û xêrxwazekî gelê kurd e. Bi salan e ku bi awayeke çalak tevlî jiyana civakî, çandî û hunerî dibe û di warê piştevaniya aborî de çi ji destan tê, texsîr nake.
Şîrînê Elî di serî de Alma Ata û Astana; li gellek bajar û deverên welêt avahiyên mezin ava kiriye. Wî heta niha li ser bêhtirî yek milyon çargoşe erdê welatê Kazakîstanê avahî, baxçeyên zarokan, kompleksên sporê û dibistanên mezin çêkiriye.
Avakarê Koma Folklora Kurdî ya bi navê ‘Nûralî’
Şirînê Elî xwedî û berpirsiyarê sereke yê kompanyaya `Sharf-Lina`yê ye ku li seranserê Kazakîstanê yek ji dezgehên mezin ê avahîsaziyê tê naskirin.
Karsazê kurd Şîrînê Elî xêrxwazekî sereke yê Komeleya Berbangê ye. Her wiha ew gellek caran piştgirî dide organîzasyonên çandî û edebî û avakar û piştevanê tekane yê Koma Folklora Kurdî ‘Nûralî’ ye. Nûr û Alî/Elî navê dê û bavê Şîrînê Elî ye û herduyan jî çûne rehma Xwedê.
Xwarziyê welatparêzê mezin Mihemedê Siloyê Bava ye!
Şîrînê Elî her wiha xwarziyê rewşenbîr û welatparêzê mezin Mihemedê Siloyê Bava ye ku heta dawiya jiyana xwe ji bo avakirina Kurdistana Sor/Krassny Kurdistan kar û xebat kir.
`Kurmet` ango `Hurmet` nîşana şeref û hêjatiyê ye ku ji hêla dewleta Kazakîstanê ve tê dayîn. Ev xelat yek ji xelatên herî mezin e ku li wan kesên xizmetên mezin kirine, re tê dayîn.
Her du profesor û akademîsyenên kurd ên navdar Nadir Nadirov û Kinyazê Îbrahîm jî ev xelat standibûn.

Şîrînê Elî-Kinyazê Îbrahîm-Salihê Kevirbirî


