Çûna xwîneran a Fuara Pirtûkan a Navneteweyî ya Hewlêrê didomin.
Îro roja pêncem a fuarayê ye û wekî rojên ewil xwîneran û hezkirên pirtûkan eleqeyeke zêde nîşanî fuarê da.
Fuarê 21ê Çiriya Pêşîn deriyên xwe vekirin û ew dê heta 31ê Çiriya Pêşîn bidome.
Fuar dê 5 rojên din jî mazûvaniya xwîneran bike.
400 weşanxane beşdar in
Fuara Pirtûkan a Navneteweyî ya Hewlêrê îsal cara 18emîn tê lidarxistin û 400 weşanxane berhemên xwe pêşkêş dikin.
Pirtûk û çavkaniyên nû yên ku di warên cuda de hatine çapkirin, bala pirtûkhezan dikişînin.
Serdêrên pêşangehê ji temen û beşên cuda yên civakê ne.
Lê belê piraniya serdêran ciwan in.
