Li bajarê Hewlêrê îro "Nîşandana Cilan a Donadonê" hat lidarxistin.
Ew nîşandan ji aliyê dîzaynera Kurd Lana Sara Pîranê ve hatibû lidarxistin.
Di nîşandanê de 41 dîzaynên cuda yên cilên Kurdan hatin pêşkêşkirin.
Dîzaynan reng û kevneşopiyên herêmên cuda yên Kurdistanê li xwe digirtin.
Ew cil nûnerayetiya bajarên wekî Amed, Urmiye, Seqiz, Hewraman, Kobanî û Barzanê dikir.
Armanca nîşandanê zindîkirina cil, hêma û kevneşopiyên herêmên cuda yên Kurdistanê bû.
