Îro 40 roj di ser koça dawî ya hevkarê me yê koçkirî Helkewt Ezîz re derbas dibin.
40 roj in Kurdistan û Rûdawê ezîzekî xwe ji dest daye.
Bi vê boneyê, li Kerkûkê ji bo merasîma çilê ya Helkewt Ezîz bernameyeke taybet hat lidarxistin.
Mirov, hevkar û hevalên Helkewt Ezîz, rojnameger, her wiha Alîkarê Parêzgarê Kerkûkê Rêbiwar Teha û bi dehan kesên din beşdarî merasîmê bûn.
Dibistanek bi navê wî tê vekirin
Alîkarê Parêzgarê Kerkûkê ragihand ku wekî rêzekê ji bo xebat û xizmetên wî dê li bajarê Kerkûkê dibistanek bi navê Helkewt Ezîz were vekirin.
Nûçegihan û Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Bexdayê Helkewt Ezîz, 8ê Hezîrana 2026an li ser rêya Bexda û Besrayê qeza kir.
Helkewt Ezîz heman rojê piştî nîvro ji ber giraniya birînên xwe canê xwe ji dest da.
Wî 20ê Kanûna Pêşîn a 2015an li Tora Medyayî ya Rûdawê dest bi kar kiribû û ji ber çalakbûn û rastgotiya xwe bûbû cihê baweriya temaşevanan.
