Li bajarê Sîneyê yê Rojhilatê Kurdistanê, pîşeyeka 700 salî ya rengrêjiya deziyan ku wekî "xumkarî" tê naskirin, di bin metirsiya jiholêrabûnê de ye.
Yekane xumxaneya bajêr a ku heta niha karê xwe didomîne, ji aliyê hostayekî extiyar ve tê birêvebirin.
Wî hostayî 65 salên jiyana xwe dane vî karî.
Ew niha rûbirûyî astengiyên pîşesaziya nû bûye.
"Nabe ku ev pîşe ji holê rabe"
Hostayê xumkariyê Mihemed Elî Îlanpûrê ku di 15 saliya xwe de dest bi vî karî kiriye got:
"Nêzîkî 65 sal in ez vî karî didomînim. Pîşe xilas dibe û ber bi jibîrçûnê ve diçe.
Ev pîşe xwediyê dîrokeke 700 salî ye û nabe ku rê bê dayîn ji holê rabe."
Ji ber zehmetiya kar û kêmûbûna daxwazê, niha kêm kes amade ne di vî warî de bixebitin.
Tê pêşbînîkirin ku kurê Hosta Mihemed, Pêdram bibe yekane mîratgirê vê pîşeyê.
Pêdram Îlanpûr li ser vî karî axivî û got, "Ez dikarim bibêjim li hemû Îranê 5-6 kes hene ku wekî bavê min xumkariyê dikin."
Pêdram Îlanpûr amaje bi wê yekê kir ku armanca wî ne tenê karkirin û qezenckirina pereyan e, armanca wî parastina wê huner û mîrateya resen e.
Daxwaza li ser deziyên xwemalî
Sîne wekî yek ji navendên berhemanîna xalîçeyên Kurdî yên destçêkirî tê naskirin.
Lê ji ber zêdebûna makîneyên xalîçehûnînê, daxwaza li ser deziyên rengkirî yên xumxaneyan kêm bûye.
Hosta Mihemed got, "Berê xelkê li malên xwe xalîçe dihûnan û wekî sermayeyekê hildigirtin lê niha ev yek nemaye."
Tevî vê yekê jî hîn hinek xalîçehûn hene ku rijd in li ser bikaranîna deziyên xwemalî û rengên riwekî.
Xalîçehûn Pereng Wekîliya ku bi vî karî ve mijûl e wiha axivî:
"Her çendî bihayê wê çend qatan girantir dibe jî em deziyên xwe ji hiriya xwemalî dirêsin û em li Sîneyê reng dikin."
Ji bo ku karibe xwe bi bazara nû re biguncîne, Hosta Mihemed hejmara rengan ji 12 rengan zêde kiriye û gihandiye zêdetirî 80 rengên cuda.
Li parêzgeha Sîneyê du markeyên cîhanî yên xalîçeyan hene ku bi "Xalîçeya Hewşarê" û "Xalîçeya Sîneyê" tên naskirin.
Niha hemû hêviya Hosta Mihemed bi destpêkirina ducare ya hinartina xalîçeyên bajêr e da ku ew karibe pîşeya xwe ya kevnar ji jinavçûnê biparêze.
