Stenbol (Rûdaw) - Parlamenterê DEM Partiyê yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglu ragihand ku li navçeya Dilovasiyê ya Kocaeliyê du zarokên Kurd ji ber gotina "Kurdistan"ê hatine desteserkirin.
Gergerlîoglu li ser hesabê xwe yê medyaya civakî Xê Walîtiya Kocaeliyê jî etîket kir û wiha nivîsî:
"Sedema desteserkirina zarokekî 12 salî! Li Dibistana Navîn a Polisan a navçeya Dilovasiyê ya Kocaeliyê, zarokên 12-13 salî di dibistanê de gotiye 'Kurdistan'.
Mamosteyên wan jî agahî daye polîsan. Tîmên dijî terorê yên ji Îzmîtê (Kocaelî) hatine, zarok birine û piştî demekê berdane."
"Tîmên dijî terorê hatin dibistanê"
Li gorî agahiyên ku Rûdawê bi dest xistine, bûyer 26ê Çiriya Paşîn li Dibistana Navîn a Polisan a navçeya Dilovasiyê ya Kocaeliyê qewimiye.
Li gorî îdiayan, zarokek di polê de bi hevalên xwe re axiviye û peyva "Kurdistan"ê bi kar aniye.
Dema mamosteya polê bihîstiye ku zarok peyva "Kurdistan"ê dibêjin, yekser li birêvebiriya dibistanê gilî kiriye.
"Li odeya mamosteyan heqaret li zarokan hat kirin"
Li gorî agahiyên ku ji malbatên zarokan hatine wergirtin, alîkara birêvebirê dibistanê 8 zarokên Kurd li odeya mamosteyan kom kirine.
Malbat îdia dikin ku alîkara birêvebir ji ber bikaranîna peyva "Kurdistan"ê heqaret li zarokan kiriye û gotinên biçûkxistinê ji wan re gotine.
Bavê yek ji wan zarokan Nurullah Tekgul ji Rûdawê re ragihand ku alîkara birêvebirê dibistanê ji ber gotina peyva "Kurdistan"ê telefonî Birêvebiriya Ewlehiyê ya Kocaeliyê kiriye.
Piştî vê yekê, tîma dijî terorê (TEM) bi cilên sivîl lê bi nîşaneyên TEMyê çûye dibistanê.
Wan du zarokên ku temenê wan di navbera 12 û 13 salî de ne desteser kirine û birine Şaxa TEMyê ya Kocaeliyê.
Dozgeriyê jî îfadeya zarokan wergirt
Piştî ku li Şaxa TEMyê ya Birêvebiriya Ewlehiyê ya Kocaeliyê îfadeya her du zarokan hat wergirtin, ew hatin berdan.
Lê her du zarok roja din, ango 27ê Çiriya Paşîn, birin Dozgeriya Kocaeliyê û li wir jî îfade da û piştre hatin berdan.
Hîn ne diyar e ka îfadeyên zarokan ên li Birêvebiriya Ewlehiyê û Dozgeriya Kocaeliyê bi amadebûna dayîk û bavên wan, parêzer û pisporên pedagogan hatine wergirtin an na.
Li ser vê bûyerê heta niha ji aliyê Parêzgariya Kocaeliyê û Birêvebiriya Ewlehiyê ya Kocaeliyê ve ti daxuyaniya fermî nehatiye dayîn.


