کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

TIRKIYE

Ufuk Uras: Pêvajo leztir dibe, meha Kanûna Paşîn dê zelal bibe

Nûjîn Yûsif

Nûjîn Yûsif

21-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Nûjîn Yûsif
Nûjîn Yûsif21-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Ekrem Îmamoglu: Ez piştgiriyê didim aştiyê, ne desthilatê
TIRKIYE21-11-2026

Ekrem Îmamoglu: Ez piştgiriyê didim aştiyê, ne desthilatê

Bakirhan: Eger aştî pêk were dê salane 50 milyar dolar di aboriya Tirkiyeyê de bimîne
TIRKIYE20-11-2026

Bakirhan: Eger aştî pêk were dê salane 50 milyar dolar di aboriya Tirkiyeyê de bimîne

Ahmet Faruk Unsal: Nebûna Partiya NÛ ya di komîsyonê de windahî ye lê karê wê ranawestîne
TIRKIYE20-11-2026

Ahmet Faruk Unsal: Nebûna Partiya NÛ ya di komîsyonê de windahî ye lê karê wê ranawestîne

Hewlêr (Rûdaw) - Siyasetmedar û şîrovekarê siyasî Ufuk Uras derbarê pêvajoya çareseriyê got, “Pêvajo leztir dibe, meha Kanûna Paşîn dê zelal bibe.”

Parlamenterê berê yê Tirkiyeyê, siyasetmedar û şîrovekarê siyasî Ufuk Uras beşdarî Bultena Bakur a Rûdawê bû û rûdanên dawî yên pêvajoya çareseriyê nirxandin.

Ufak Uras li ser helwesta dawî ya Serokê Giştî yê Partiya Nû Ozgur Ozel, peyama Ekrem Îmamoglu, rola komîsyona parlamentoyê û qonaxa bê ya pêvajoyê axivî.

Ozgur Ozel di daxuyaniya xwe ya dawî de ragihandibû ku ew êdî beşdarî Desteya Çavdêriyê ya ku di çarçoveya pêvajoyê de li Parlamentoya Tirkiyeyê tê avakirin nabin.

Ev biryar bû sedema karvedanên cuda û rexneyên gelek partî û aliyên siyasî.

“Îmamoglu xwest gava şaş a partiya xwe rast bike”

Ufuk Uras daxuyaniya Ozgur Ozel wekî "daxuyaniyeke gelekî xerab û bêşans" bi nav kir.

Wî diyar kir ku ev helwest di nav partiya wî bi xwe de jî wêneyekî neyînî çêdike.

Uras bal kişand ser nameya ku Ekrem Îmamoglu ji bo raya giştî belav kiribû û got:

"Birêz Îmamoglu nameyek ji bo raya giştî belav kir, wekî ku bixwaze wê gava şaş a partiya xwe rast bike.

Li Tirkiyeyê pêwîst e helwesta mixalefetê yekparçe be û di xizmeta raya giştî de be.

Ji bo vê pêvajoyê piştgiriya gel û parlamentoyê heye. Bi nêrîna min Îmamoglu gaveke baş avêtiye û siyaset baştir xwendiye."

“Pêvajo ranaweste, hêvîdar im Ozel li biryara xwe vegere”

Ufuk Uras li ser pirsa ka gelo ev biryara Partiya Nû dê bandorê li encama pêvajoyê bike yan dê pêvajoyê bide rawestandin, bersiva "Na" da û got:

"Komîsyona Parlamentoyê jixwe gelekî dereng mabû. Li gorî baweriya min meha bê li benda rapora piştrastkirinê ya Encûmena Asayîşê (MGK) ne û parlamento jî beşek ji vê pêvajoyê ye."

Uras destnîşan kir ku ji karên komîsyonê girîngtir rola sazî yan jî desteya çavdêriyê ye ku pêşhatên têkildarî pêvajoyê û rola Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan dişopîne.

Uras amaje bi bandora vê biryarê ya li ser pêwendiyên DEM Partî û Partiya Nû jî kir û anî zimên ku bandora wê ya neyînî li ber çavan e.

Wî bi bîr xist ku Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê jî ji wan xwestiye ku biryara xwe di ber çavan re derbas bikin û got:

"Di mijareke wiha hestiyar de ku divê li ser hemû pirsên din re be, paşvekişîn nayê qebûlkirin. Ez hêvîdar im Ozgur Ozel careke din li biryara xwe vegere."

Uras li ser dijberiya aliyên neteweperest ên wekî Partiya Zaferê û ÎYÎ Partiyê jî diyar kir ku helwesteke dijber helwestên din ên dijber bihêz dike.

Lê li gorî Uras, ew nêrînên ku dibêjin raya giştî piştgiriyê nade vê pêvajoyê ne rast in.

Bi gotina wî, planeke duyemîn a aliyên dijber nîne û lewra ew dê bi ser nekevin.

Guherîna navê pêvajoya “Tirkiyeya Bêteror”

Ufuk Uras li ser îhtimala guherîna navê pêvajoya "Tirkiyeya Bêteror" a piştî qonaxa fesixbûna PKKyê jî tekez kir ku pêwîstî bi guherîna navî heye û wiha axivî:

"Pêwîstî pê heye, ji ber ku berî em bibêjin em li dijî tiştekî gavan diavêjin, divê em bibêjin em ji bo çi gavan diavêjin. Li vir pêvajoya demokratîkbûnê, destûra Tirkiyeyê û gelek mijarên din hene."

Uras her wiha amaje bi hevdîtinên şanda teknîkî ya di navbera dewletê û PKKyê de kir.

Wî got ku di vê qonaxê de mijarên wekî entegrasyona civakî û gavên teknîkî tên nirxandin û şiyana Abdullah Ocalan dê di birêvebirina van gavên teknîkî de biryarder be.

Peyama zindî ya Ocalan û azadkirina Demîrtaş

Ufuk Uras li ser îhtimala ku Abdullah Ocalan di rojên pêş de bi civîneke çapemeniyê bi awayekî zindî bangî raya giştî bike û mijara azadkirina Hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş jî diyar kir ku pêvajo derbasî qonaxeke leztir dibe û got:

"Ez di wê baweriyê de me ku em derbasî qonaxeke ku pêvajo tê de leztir dibe dibin. Daxwaz û gav berdana Selahattîn Demîrtaş û hevalên wî gava herî mezin e.

Mijara Partiya Nû nîşan da ku aştî nabe mijara dan û standin û bazariya siyasî. Divê em bi nêrîneke berfireh li vê pêvajoyê binêrin."

Uras bal kişand ser bangên Ocalan ên ji bo kesên li derveyî welêt û tekez kir ku ev pêşhat pêvajoyê leztir dikin.

Wî destnîşan kir ku eger pêvajo derbasî qonaxa bê bibe, dibe ku Ozgur Ozel di rewşeke şermezar de bimîne.

Ufuk Uras di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku PKK ji navendên girîng vekişiyaye lê li her deverê ne bi heman awayî ye û mînakên wekî Qendîl û deverên din hene.

Uras axaftina xwe wiha bi dawî kir, "Meha Kanûna Paşîn em dê bi hev re bibînin ka dê çi biqewime."

Nûçeyên Têkildar

Ekrem Îmamoglu: Ez piştgiriyê didim aştiyê, ne desthilatê
TIRKIYE21-11-2026

Ekrem Îmamoglu: Ez piştgiriyê didim aştiyê, ne desthilatê

Bakirhan: Eger aştî pêk were dê salane 50 milyar dolar di aboriya Tirkiyeyê de bimîne
TIRKIYE20-11-2026

Bakirhan: Eger aştî pêk were dê salane 50 milyar dolar di aboriya Tirkiyeyê de bimîne

Ahmet Faruk Unsal: Nebûna Partiya NÛ ya di komîsyonê de windahî ye lê karê wê ranawestîne
TIRKIYE20-11-2026

Ahmet Faruk Unsal: Nebûna Partiya NÛ ya di komîsyonê de windahî ye lê karê wê ranawestîne

Pirsên