Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş derbarê pêvajoya çareseriyê nirxandinên girîng kirin û diyar kir ku ev pêvajo tevî Tirkiyeyê ji bo paşeroja tevahiya herêmê xwedî girîngiyeke dîrokî ye.
Numan Kurtulmuş li parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê beşdarî merasîma vekirina sala akademîk a 2026-2027an a Zanîngeha Înonyuyê bû û li Navenda Kongreyan a Turgut Ozalê li ser rojeva welêt axivî.
"Me qonaxeke girîng li pey xwe hişt"
Kurtulmuş da zanîn ku di sedsala yekem a komarê de yek ji pirsgirêkên herî mezin şer bû û Tirkiyeyê di vî warî de windahiyên mezin ên canî û aborî dîtine:
"Ji ber şer û pevçûnan bi deh hezaran mirov mirin û Tirkiyeyê zêdetirî 2,3 trilyon dolarî ziyan dît. Ji bo çareserkirina vê pirsgirêka herî dijwar em ketin rêyekê û me qonaxeke girîng li pey xwe hişt.
Bi hêviya ku em di demeke kurt de bigihîjin wan rojan ku ev êş hemû bibin bîranînên dîrokî."
"Dê li zanîngehan wekî ders were xwendin"
Kurtulmuş ev pêngav wekî "Modela Tirkiyeyê" pênase kir û anî zimên ku ev rêbaz ji mînakên din ên cîhanê cuda ye:
"Ev mesele ne tenê projeya çend partiyên siyasî ye. Pêvajoyeke ku 86 milyon mirovî eleqedar dike divê wekî dozeke giştî bê nirxandin.
Ev model di paşerojê de dê li gelek zanîngehên cîhanê di çarçoveya çareserkirina nakokiyan de wekî ders were xwendin."
"Aramiya me bi ya Îraq û Sûriyeyê ve girêdayî ye"
Serokê Parlamentoyê destnîşan kir ku ew ewlehî û aramiya Tirkiyeyê ji welatên cîran cuda nabînin û pêvajoya bêçekkirinê ya li Îraq û Sûriyeyê girîng dinirxînin:
"Me aramiya xwe ya navxweyî ji aramiya Îraq, Sûriye û welatên din ên herêmê cuda nedît. Ji bo ku em bi hev re ber bi paşerojeke hevpar ve biçin me giringî da avakirina herêmeke bê şer.
Paşeroja Tirk û Kurdan bi hev ve girêdayî ye. Her bipêşveçûna ku serbilindiya Tirkan û rûmeta Kurdan esas negire li vî welatî nagihîje encamê."
"Di dîroka 50 salî ya PKKyê de gaveke ewil e"
Kurtulmuş amaje bi biryara PKKyê ya ji bo çekdanînê kir û got ku ev biryar di dîroka 50 salî ya partiyê de gaveke ewil e:
"Piştî banga 27ê Sibatê ya li Îmraliyê hat diyarkirin ku rêbaza têkoşîna bi çekan êdî naxebite. Vîna PKKyê ya ji bo danîna çekan û fesixkirina xwe ji bo pêvajoyê geşedaneke gelekî girîng e."
Pêvajoya entegrasyonê ya li Sûriyeyê
Numan Kurtulmuş bal kişand ser parastina yekparçeyiya axa Sûriyeyê û her wiha qonaxa entegrasyona PYD û YPGyê ya bi birêvebiriya nû ya Sûriyeyê re.
Kurtulmuş da zanîn ku destpêkirina pêvajoya bêçekkirinê û entegrasyona bi Şamê re ji bo Tirkiyeyê pêngaveke berbiçav e.
Kurtulmuş di dawiya axaftina xwe de hişyarî da ku hinek alî hewl didin rê li ber serkeftina pêvajoyê bigirin û got ku divê hemû alî li hemberî provokasyonan baldar bin.



