Hewlêr (Rûdaw) - Îraq û Sûriyeyê li hev kir ku ji bo ewlehiya sînor komîsyoneke hevpar bê avakirin.
Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî û Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Esed Şeybanî li Bexdayê civiyan.
Di civînê de ji bo misogerkirina ewlehiya sînorê navbera her du welatan û hevahengiya têkoşîna li dijî terorê biryar hat dayîn ku komîsyoneke hevpar bê avakirin.
Îraq û Sûriyeyê di çarçoveya ewlehiya herêmî û têkoşîna li dijî gefên li ser sînor de biryara kûrkirina hevkariyê da.
Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî li ofîsa xwe ya li Bexdaya paytext Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Esed Şeybanî qebûl kir.
Li gorî daxuyaniya Ofîsa Çapemeniyê ya Serokwezîriya Îraqê, di vê civîna asta bilind de pêşhatên têkiliyên dualî yên her du welatên cîran, pêşxistina hevkariya aborî û pêkanîna ewlehiya sînor hatin gotûbêjkirin.
Rojeva sereke: Mekanîzmaya hevpar a ewlehiyê
Mijara herî krîtîk a civînê ewlehiya sînor û têkoşîna li dijî terorê bû.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bi armanca parastina ewlehiya sînorên her du welatan, xurtkirina hevkariya li dijî hêmanên terorê û zindîkirina têkiliyên aborî biryar hatiye dayîn ku "komîsyoneke hevpar" bê avakirin.
Serokwezîrê Îraqê di civînê de piştgiriya Bexdayê ya ji bo birêvebiriya Şamê ducare kir.
Zeydî diyar kir ku xurtkirina pêwendiyên dualî dê tevkariyê li aramiya herêmê bike.
Zeydî her wiha bal kişand ser wê yekê ku parastina aramiya navxweyî, tevna civakî û yekîtiya Sûriyeyê gelekî girîng û pêwîst e.
Şamê bal kişand ser têkiliyên dîrokî û hevkariyê
Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Esed Şeybanî jî anî zimên ku têkiliyên di navbera Bexda û Şamê de xwedî paşxaneyeke kûr û dîrokî ne.
Şeybanî destnîşan kir ku welatê wî girîngiyeke mezin dide xurtkirina van têkiliyan.
Wî da zanîn ku ew dixwazin têkiliyan "bi awayekî ku xizmeta berjewendiyên hevpar ên her du gelên cîran bike" derxînin asteke bilindtir.


