Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Deryayî yên Artêşa Pasdaran a Îranê ragihand ku li Tengava Hurmizê tankereke mezin a petrolê li mayîneke deryayî ketiye û di encamê de teqîneke mezin û şewat çêbûye.
Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Ajansa Nûçeyan a Tesnîmê ve hatiye belavkirin, dema ku keştiyê hewl daye di wê rêya avî ya stratejîk re derbas bibe, zêdetirî 2 milyon bermîlên petrola xav bar kiribû.
"Sîstemên xwe yên radarê girtibûn"
Hêzên Deryayî yên Artêşa Pasdaran a Îranê ew keştî wekî tankereke "serhişk" bi nav kir û got ku sîstemên xwe yên navîgasyon û radarê girtibûn.
Di daxuyaniyê de hat angaştkirin ku tankerê hewl daye piştgiriya leşkerî ya Amerîkayê bi kar bîne da ku kel û pelan di tengavê re derbas bike.
Di daxuyaniyê de navê keştiyê, xwediyê wê û bê ma alaya kîjan welatî hildaye nehat eşkerekirin.
Her wiha li ser zererên ku çêbûne û windahiyên gengaz ên canî ti agahî nehatin dayîn.
Aloziya li Tengava Hurmizê
Di navbera Îran û Amerîkayê de li ser azadiya hatin û çûna keştiyan a li Tengava Hurmizê aloziyeke giran heye.
Tengava Hurmizê ji bo veguhastina petrol û gaza cîhanê derbasgeheke sereke ye.
Ji dema ku Amerîka û Îsraîlê 28ê Sibatê dest bi êrişên li ser Îranê kiriye ve hatin û çûna keştiyan a di vê rêya avî de bi awayekî berbiçav têk çûye.

