Hewlêr (Rûdaw) - Hûsiyên Yemenê yên ku Îran piştgiriyê dide wan angaşt kir ku wan li asmanê parêzgeha Saadayê bi mûşekê li balafireke şer a Erebistana Siûdî ya "Typhoon" xistiye.
Berdevkê Leşkerî yê Hûsiyan Yehya Serî li ser kanala El-Mesîreyê ya girêdayî Hûsiyan daxuyaniyek da.
"Derbeke rasterast lê ket"
Yehya Serî di daxuyaniya xwe de got:
"Hêzên me yên çekdar beriya demeke kurt li asmanê parêzgeha Saadayê bi mûşekeke ji erdê ber bi asman ve balafireke şer kir armanc.
Derbeke rasterast li balafirê ket û li ber metirsiya ketinê ye."
Serî her wiha anî zimên ku ew balafir a Erebistana Siûdî ye û ji Baregeha Taîfê ya li rojavayê Siûdiyê rabûye.
Erebistana Siûdî heta niha li ser vê mijarê ti daxuyanî nedaye.
Li Senayê êrişên asmanî
Li aliyê din, televîzyona El-Mesîreyê ragihand ku ji asman ve êrişî Senayê paytexta Yemenê hatiye kirin.
Li ser encamên van êrişan heta niha ti agahiyên berfireh nehatine belavkirin.
Şerê navxweyî yê li Yemenê
Yemen ji Îlona 2014an ve ku Hûsiyan paytext Sena û çend parêzgehên din xistin bin kontrola xwe di nav şerê navxweyî de ye.
Pevçûnên berdewam ên di navbera hêzên hikûmetê û Hûsiyan de krîza mirovî ya li welêt kûrtir dikin.
Hevpeymaniya Ereban a bi serkêşiya Erebistana Siûdî jî ji Adara 2015an ve piştgiriyê dide hikûmeta Yemenê ya ku ji aliyê civaka navneteweyî ve tê naskirin.


