Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Stenbolê ji ber barana gur ya ku ji şevê din ve bê rawestan dibare, li gelek navçeyan lehî rabû.
Ji ber lehiyê kolan, tunel û kargeh di bin avê de man û jiyana rojane li seranserê bajêr bi temamî serobino bû.
Birêvebiriya Giştî ya Meteorolojiyê û Parêzgariya Stenbolê ji bo rewşên neyînî hişyarî dabûn welatiyan.
Piştî destpêkirina baranê, avê bi ser sedan xanî û kargehan girt û li hinek navçeyan wesayît di nava avê de asê man.
Ji ber rewşa nebaş a hewayê li gelek deveran trafîk sekinî û di veguhastina giştî de astengiyên mezin çêbûn.
Gelek wesayît di nava avê de asê man û gelek seferên veguhastina giştî û xetên tramwayê hatin betalkirin an jî guhertin.
Li Çemê Kagithaneyê lehî pê rabû û bazarên dîrokî di bin avê de man
Li navçeya Fatîhê, Bazara Dîrokî ya Sergirtî (Kapaliçarşi) û Bazara Misrê di bin avê de man.
Her wiha ji ber barana gur Çemê Kagithaneyê rabû û av bi ser kolanan de rijiya.
Tunela Kagithane-Piyalepaşayê hat girtin û rêzên dirêj ên wesayîtan çêbûn. Li navçeya Sariyerê jî lehiyê wesayîtên parkkirî li ber xwe ve birin û zererên mezin gihandin kargeh û xaniyan.
Wezîrê Karên Navxwe daxuyanî da
Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Mustafa Çîftçî ragihand ku ji bo midaxelekirina rewşa neyînî ya li Stenbol û Antalyayê 8 hezar û 392 xebatkar li gel 2 hezar û 246 wesayît û makineyên kar di bin koordînasyona AFADê de dixebitin.
Wezîr Çîftçî hişyarî da welatiyan ku guh bidin daxuyaniyên Saziya Meteorolojiyê û AFADê û li hemberî metirsiya lehiyê baldar bin.



