Hewlêr (Rûdaw) - Li Stenbolê ji ber barana gur û bahozê perwerdeya rû bi rû ji bo rojekê hat rawestandin û derketina motorsîkletan a trafîkê hat qedexekirin.
Parêzgariya Stenbolê ragihand ku ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê, sibe (15ê Çiriya Pêşîn) li tevahiya bajêr dibistanên fermî û taybet hatine girtin û her wiha dê destûra birêvebirî bidin xebatkarên kêmendam, ducanî û ew dayîkên ku zarokên wan ji 8 salî biçûktir in.
Di daxuyaniya Parêzgariya Stenbolê de ev agahî hatin parvekirin:
"Şert û mercên nebaş ên hewayê, li bajarê me di serî de trafîk û veguhastin, dê bandoreke neyînî li gelek aliyên jiyanê bike. Wekî Parêzgariya Stenbolê, ji bo ku welatiyên me ji ber barana zêde zererê nebînin, me çendîn tedbîr wergirtine.
Di çarçoveya van biryaran de:
Li seranserê bajêr, di hemû saziyên perwerdeyê yên fermî û taybet de, 15ê Çiriya Pêşîn a 2026ê (Pêncşem) ji bo rojekê (1 roj) navber hat dayîn.
Li gel vê yekê, xebatkarên kêmendam, ducanî, gazî, gaziyên jikarketî û ew jinên ku zarokên wan ji 8 salî biçûktir in û di saziyên giştî de dixebitin, dê di destûra birêvebiriyê de bên hesibandin.
Lê belê koma 'jinên ku zarokên wan ji 8 salî piçûktir in' wan xebatkarên jin ên ku di qadên tenduristî, ewlehî û yekeyên têkoşîna li dijî lehiyê/baranê de ne, nahewîne.
Dayîkên ku zarokên wan ên kêmendam ên bin 8 salî re hene, di kîjan qada pîşeyî de dixebitin bila bixebitin, dê di dîroka diyarkirî de di destûra birêvebiriyê de bên hesibandin.
Derketina trafîkê ya motorsîklet û hemû wesayîtên duçerxeyî yên wekî wan, ji roja Çarşemê, 14.10.2026an demjimêr ji 21.00an û pê ve heta fermaneke nû hat qedexekirin."



