Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş li ser danîna çekan û yasaya çarçoveyê got, "Eger PKK çekan daneyne, yasaya çarçoveyê nakeve meriyetê."
Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş, ji bo Konferansa Serokên Parlamenterên Ewropayê li Îtalyayê bû û li Balyozxaneya Romayê ya Tirkiyeyê beşdarî bernameyekê bû li wir axavtinekê kir.
"Tirkiyeya Bêteror armanca me ya neteweyî ye"
Kurtulmuş diyar kir ku "di vê heyamê de çareserkirina pirsgirêkên hundirîn ên Tirkiyeyê û lipeyhiştina van pirsgirêkan, ji her alî ve yek ji neçariyên herî girîng e" û wiha lê zêde kir:
"Di vê çarçoveyê de, mijara 'Tirkiyeya Bêteror' ku beriya 2 salan hatibû destpêkirin, armanceke me ya neteweyî ye ku tam di vî warî de hatiye plankirin.
Bi vî rengî, li Tirkiyeyê, binêrin me sedsala yekem a Komar xwe li pey xwe hişt. Di nava vê sedsala xwe ya yekem de me gelek zehmetî dîtin, gelek ciwanî dîtin, me gelek serkeftin bi dest xistin, heyamin ku me berdêlên gelekî mezin dan jî hebûn lê helbet em hemû li ser vê yekê hevfikir in ku pirsgirêka herî dijwar a serdema destpêkê ya Komara me, meseleya terorê bû.
Em hema bêje 50 salên vê sedsalê bi terorê re mijûl bûn. Hêzên emperyalîst beriya sedsalekê piştî ku Dewleta Osmanî belav kir, li vê coxrafyayê bi rêya komên terorê û rêxistinên ku wekî hevala wan tevdigeriyan, hewl dan ku fitne û fesadiyê bixin navbera gelan.
Hema bêje hemû welatên herêmê, rasterast ji çalakiyên rêxistinên terorê bandor bûn. Bê guman Tirkiye jî di serê van welatan de ye.
Di vê heyamê de bi deh hezaran mirovên me mirin. Bi hezaran zarokên me yên ciwan şehîd bûn. Tirkiyeyê bi hesabên herî kêm, berdêleke mezin a li ser 2 trilyon dolarî da.
Niha hişê dewletê û wijdanê gel hatine cem hev û ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê, em bi biryardarî ketin rê.
Spas ji Xwedê re, ji mehên havînê yên sala borî 2025an û vir ve, pêşî di bin banê Parlamentoya Tirkiyeyê de komisyonek hat avakirin û bi xêra 'Komisyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê' raporek ku hema bêje hemû partiyên me li ser li hev kiribûn, wekî nexşerêyekê derket holê.
Ji koma parlementeran a ji 50 kesan ku nûnerên hemû partiyên siyasî tê de bûn, 47 kesan dengê 'erê' da vê raporê.
Di dîroka demokrasiya Tirkiyeyê de bi tifaqeke ku nehatiye dîtin, li ser mijareke wiha zehmet û girîng pêşniyareke çareseriyê hat pêşkêşkirin.
Pişt re wekî ku hûn jî dizanin, îsal 10ê Tebaxê 'Yasaya Sazkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekitiya Civakî' di Parlamentoyê de bi dengên 467 parlementeran hat qebûlkirin.
"Ev tifaqa bilind, di warê demokrasiya Tirkiyeyê de yekem e"
Ev tifaq ewqas bilind e ku ji bo Parlamentoya Tirkiyeyê û ji bo demokrasiya Tirkiyeyê yekem e. Gelê me êdî ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê û lipeyhiştina terorê, siyaset erkdar kir.
Siyasetê ev erkê xwe bi şêwazeke gelekî bihêz û wekî ku heq dike bi cih anî û niha em bi îzna Xwedê hewl didin ku bigihîjin encamê.
Helbet gava yekem a meseleyê, xwefesixkirina rêxistina terorê û destpêkirina pêvajoya bêçekbûnê ye.
Em dibînin ku gavên pêwendîdarî vê yekê jî tên avêtin. Hûn jî dişopînin. Pêvajoya valakirina şikeftan, berdana çekan û danîna çekan bi rê ve diçin.
Bi rêya şandeyekê ku di bin serokatiya Alîkarê Serokkomarê me de hatiye avakirin, ka pêvajo çawa bi pêş dikeve û bi çi rengî dimeşe, dê di komê de yek bi yek li ser dosyayan were nirxandin û em dê bi îzna Xwedê di rêya xwe de berdewam bibin.
Piştî vê yekê jî di rojên pêş de, di bin banê Parlamentoya Tirkiyeyê de bi pêşniyareke ku dê beşdariya hemû partiyên ku koma wan heye dabîn bike, em dê lijneyeke nû ya şopandinê jî di Parlamentoya Tirkiyeyê de ava bikin.
Di hemû mînakên çareserkirina pevçûnan ên li cîhanê de, yanî dema ku rêxistinên terorê û dewlet dan û standinê dikin, çavekî sêyemîn her carê cih digire.
Ango an dewleteke din an jî hinek saziyên navneteweyî tevlî vê pêvajoyê dibin. Yek ji taybetmendiyên herî girîng ên vê pêvajoyê ew e ku ev pêvajo bi temamî pêvajoyeke neteweyî ye, destûr nehatiye dayîn ku ti hêz ji derve tevlî bibe.
Eger çavek ango dîtinek hebe, ev ne çavê sêyemîn e ku ji aliyê kesên din ve hatiye avakirin, ev rasterast Parlamento ye ku dê li ser navê gel xwedî li rewşê derkeve.
Ev modela ku me navê 'Modela Tirkiyeyê' lê kiriye, bi vê taybetmendiya xwe heta niha bi rastî jî bi şêwazeke xweş hat meşandin.
Ez hêvî dikim ku di dema herî nêzîk de teror bi hemû hêman û encamên xwe ve ji holê rabe."
"Eger çekan daneynin, jixwe yasa nakeve meriyetê"
Kurtulmuş da zanîn ku wan sê sîgorta di nav yasayê de bi cih kirine: Sîgortaya yekem ew e ku yekeyên ewlehiyê tesbît bikin û Lijneya Ewlehiya Neteweyî (MGK) piştrast bike ku rêxistinê çekên xwe danîne û xwe fesix kiriye.
Kurtulmuş diyar kir ku sîgortaya duyem, lijneya berpirsyar a birêveçûnê ye ku di bin serokatiya Alîkarê Serokkomar de û bi beşdariya wezaret û saziyên payebilind ên dewletê pêk tê.
Sîgortaya sêyem jî komîsyona şopandinê ye ku dê di Parlamentoyê de were avakirin û wiha pê de çû:
"Fikarên wekî 'Eger çekan daneynin?' car caran di nav welatiyên me de hatin rojevê. Tiştekî wiha nîn e.
Eger çekan daneynin, jixwe ev yasaya ku hatiye qebûlkirin nakeve meriyetê. Li vir wekî dewlet, me xwe û gelê xwe ewle kiriye. Me sîgortayên wê di nav yasayê de bi cih kirine."
Kurtulmuş destnîşan kir ku ev pêvajo ne tenê yasayek an meseleyeke pêwendîdarî rêxistinekê ye, di heman demê de ji bo sererastkirin û komkirina herêmê gaveke girîng û dîrokî ye û berdewam kir:
"Tirkiyeya Bêteror ne tenê meseleyeke pêwendîdarî sînorên Tirkiyeyê ye, hîn ji niha ve pêvajoyek daye destpêkirin ku em bandorên wê yên erênî li welatên herêmê, hem li Sûriyeyê hem li Îraqê û hem jî li welatên din dibînin.
Em hêvî dikin ku bi pêşveçûna pêvajoya Tirkiyeya Bêteror re, ew tiştê ku em jê re dibêjin 'herêma bêteror' jî pêk were.
Bi vî rengî, hem li Îraqê ku bira û dostê me ye, hem jî li Sûriyeyê komên çekdar û komên milîs dê bi temamî ji holê rabin û dê bi lez ber bi avabûneke wiha ve biçin ku çek tenê di destê otoriteya dewletê de be.
Di vê çarçoveyê de, li Sûriyeyê entegrebûna bilez a PYD/YPGyê di nav pergalê de, rewşeke hêvîbexş e.
Di rojên pêş de jî em hêvî dikin ku li Îraqê pêvajoya bêçekkirina hêzên milîs were rojevê."



