Hewlêr (Rûdaw) - Serê sibehê polîsan bi ser avahiya navendî ya kanala Halk TVyê ya li Stenbolê de girt.
Hat ragihandin ku weşana kanalê hatiye rawestandin û qeyûm li ser Halk TVyê hatiye danîn.
Dema ku kontrol û lêgerîna polîsan a li avahiyê berdewam dikir, kolana ku avahiya kanalê lê ye ji hatin û çûnê re hat girtin.
Her wiha rê nehat dayîn ku xebatkarên Halk TVyê bikevin nav avahiyê.
Cafer Mahîroglu: Polîs li Halk TVyê ne
Serokê Lijneya Birêvebiriyê ya Halk TVyê Cafer Mahîroglu li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku polîsan bi ser avahiya kanalê de girtiye.
Mahîroglu amaje bi Serokê Giştî yê berê yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu û tîma wî kir û got:
"Lîderê betaliyê Kiliçdaroglu û tîma wî dikarin kêfxweş bibin. Polîs li Halk TVyê ne."
Weşana Halk TVyê hat rawestandin
Bernameçêkerê Halk TVyê Denîz Bayramoglu li ser rewşa dawî ya kanalê daxuyanî da û eşkere kir ku hevdîtina Berpirsê Giştî yê Weşanê Suat Toktaş û serokê komîteya qeyûm bê encam maye û got:
"Hevdîtina Berpirsê Giştî yê Weşana Halk TVyê Suat Toktaş a li gel serokê komîteya qeyûm a ji bo berdewamkirina weşanê bê encam ma. Weşana Halk TVyê hat rawestandin."
Berteka Ozgur Ozel
Serokê Giştî yê Partiya NÛ Ozgur Ozel jî bertek nîşanî biserdegirtina polîsan û tayînkirina qeyûm a ji bo Halk TVyê da.
Ozgur Ozel li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand:
"Girtina bi ser kanaleke televîzyonê de ya berbangê û tayînkirina qeyûm, tenê karê dîktatoran e."



