Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî encamên rapirsiya Çiriya Pêşîn a 2026ê ku ji aliyê navenda lêkolînê ya ASALê ve hatiye kirin, DEM Partiyê piştî belavkirina dengên bêbiryaran bi rêjeya ji sedî 8,8 di rêza sêyem de cih girt.
Lêkolîna ku li 28 parêzgehan bi 2 hezar 20 kesan hatiye kirin AK Partî di rêza yekem de ye.
Guherîna herî balkêş bipaşveçûna CHPyê ye ku bi rêjeya ji sedî 5,1ê daketiye rêza şeşem.
Di rapirsiyê de rêjeya kesên bêbiryar û yên ku dibêjin "ez deng nadim" pir bilind e ku ji ber vê yekê nexşeya siyasî hîn zelal nebûye.
Rapirsiya "Ajandaya Siyasî ya Tirkiyeyê ya Çiriya Pêşîn a 2026an" di navbera 4-10ê Çiriya Pêşîn a 2026an de hatiye kirin.
Berî belavkirina dengên bêbiryaran, ji sedî 18,8ê beşdaran gotiye ku ew bêbiryar in, ji sedî 15,4 jî gotiye ku ew dê deng nedin û ji sedî 3,6 jî diyar kiriye ku ew ti ramana wan tune an jî naxwazin bersivê bidin.
Sê partiyên pêşîn: AK Partî, Partiya NÛ û DEM Partî
Piştî belavkirina rêjeyên dengdên bêbiryaran, ango yên ku gotiye ew dê deng nedin û yên ku bersiv nedaye, AK Partiyê bi rêjeya ji sedî 31,6 di rêza yekem de, dû re jî Partiya NÛyê bi rêjeya ji sedî 25,2 di rêza duyem de cih girt.
DEM Partiyê bi rêjeya ji sedî 8,8 di rêza sêyem de, MHPyê bi rêjeya ji sedî 8,0 di rêza çarem de û ÎYÎ Partiyê bi rêjeya ji sedî 7,1ê di rêza pêncem de cih girt.
CHP bi rêjeya ji sedî 5,1ê ya dengan di rêza şeşem de ye.
Rêjeyên berî ku dengên bêbiryaran werin belavkirin
Berî belavkirina dengan, AK Partî ji sedî 19,6, Partiya NÛ ji sedî 15,7 û DEM Partî ji sedî 5,5 piştgiriyê digirin.
MHP ji sedî 5,0, ÎYÎ Partî ji sedî 4,4, CHP ji sedî 3,2, Partiya Zaferê jî ji sedî 2,1 hatine pîvandin.
.jpg&w=3840&q=75)


